ÎHD Îzmîr: Di 6 mehan de 14 hezar maf hatine binpêkirin!

ÎHD eşkere kir ku di navbera meha Adar-Tebax ên 2019’an de li herêma Ege û bajarên wê bi kêmanî 14 hezar maf hatine binpêkirin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê rapora binpêkirinên mafan ên di navbera mehên Adar û Tebaxê yên 2019’an de li herêma Egeyê de qewimîn bi raya giştî re eşkere kir.

Rêveberên ÎHD’ê li avahiya xwe civîn lidar xistin û raporê parve kirin. Rêvebera ÎHD’ê Cemîle Karakaya rapor xwend. Karakaya da zanîn ku rapor di encama hevdîtin û lêkolînên wan de hatiye amadekirin. Karakaya got di pêvajoya 6 mehan de li herêma Egeyê 13 hezar û 959 binpêkirinên mafan qewimîne.