ÎHD: 280 êrîşên nijadperest çêbû, 47 gor bûn hedef

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê êrîşên nijadperest raporek amade kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di 10 salên dawîn de 280 êrîş pêk hatine û 47 gor bûne hedef.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya bi navê ‘Li Tirkiyeyê sûcên nefretê û di demên dawîn de êrîşên nijadperest.”

Di raporê de hate diyarkirin ku derbarê sûcên nefretê qanûn tune û ji ber vê jî di warê qanûnan de valahî hene. ÎHD’ê diyar kir ku di 10 salên dawîn de 280 êrîşên nijadperest pêk hatine û êrîşî 47 goran hatine kirin.

ÊRÎŞÊN NIJADPERESTÎ

Di raporê de derbarê êrîşan ev agahî hate dayin.

  • Hafîzûllah ê Efgan (19) dema ji xwe re kaxiz berhev dikir di 30’ê Gulana 2020’an de li Ataşehîra Stenbolê bi kêran hate kuştin.
  • Bariş Çaka ên ji Patnosa Agiriyê li Taxa Alsancakê ya Etîmesgûta Enqereyê ji ber ku bi muzîka Kurdî guhdarî dikir, bi kêran hate kuştin.
  • Di 7’ê Hezîrana 2020’an de li Taxa Uzunkavakê ya Reyhanliya Hatayê cîranên wî êrîşî penaberê bi navê Yûsûf ê ji Sûriyeyê kir. Di êrîşê de Halid Yûsûf ê 2 salî mir û kalikê wî Mûhammed Yûsûf jî di êrîşê de bi giranî birîndar bû.
  • Mehmet Nûrî Denîz diyar kir ku ji ber ku ew Kurd e, di 12’ê Hezîrana 2020’an de li kaymakamtiya Stenbolê gotinên nijadperest lê hatiye kirin.
  • Li Gîresûnê di 14’ê Hezîrana 2020’an de Osman Înan ji ber ku wêneyê Selahattîn Demîrtaş par ve kiriye, 50-60 kesan êrîşî wî kirin.
  • Li navçeya Gursû ya Bûrsayê di 15’ê Tîrmeha 2020’an de Hamza Acan ê ji Sûriyeyê bi hinceta ku nehiştiye komek gotinan ji jinekê re bike, bi keviran hate birîndarkirin. Hamza Acan piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
  • Di 21’ê Tîrmeha 2020’an de li gundên Bazlamaç û Kayalarê yê Çekereka Yozgatê êrîşî karkerên Kurd hate kirin.
  • Di 26’ê Tîrmeha 2020’an de li Kuçukçekmeceya Stenbolê êrîşî penaberê bi navê Mûhammed Saeed (19) hate kirin.
  • Di 13’ê Îlona 2020’an de li Dînara Afyonê kesekî bi navê Omer A. êrîşî karkerên Kurd ên bi navê Ozkan Tokay kir. Di vê êrîşê de Ozkan Tokay mir û 2 karkerên bi navê Firat T. û Emrah O. jî birîndar bûn.
  • Di 14’ê Îlona 2020’an de li Samsûnê êrîşî zarokekî ji Sûriyeyê yê bi navê Eymenh Hammamî (16) hate kirin. Ji ber vê êrîşa nijadperest ev zarok mir.

DIVÊ ÇI WERE KIRIN

Di raporê de hate diyarkirin ku divê êrîşên li ser aîdbûna etnîk, nasname û zayendî di çarçoveya pênasaya sûcê nefretê were diyarkirin,  Tirkiyeyê Protokola Nimreya 12’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê di 18’ê Nîsana 2001’an îmze kiriye lê ji ber ku di parlementoyê de nehatiye îmzekirin, neketiye meriyetê. Divê ev rapor li parlementoyê were qebûlkirin.

Di raporê de hate gotin ku divê sûcên nefretê were diyarkirin, polîtîkaya bêcezatiyê ya li ser gotinên nefretê were bidawîkirin û çanda cezanedayinê were bidawîkirin.