Êşkenceya li girtiyên li Marmarayê zêdetir dibin

ÎHD’ê ragihand ku rêjeya êşkence û binpêkirina mafan ên li gitîgehên li Marmarayê eşkere kir.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê rapora sê mehan a binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê amade kir û bi raya giştî re parve kir. Rapor a mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê ye. Ji bo parvekirina raporê li avahiya Şaxa ÎHD’ê civîna çapemeniyê hat lidarixstin.

Rapor têkildarî bûyerên binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sîlîvriyê, Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F a Jimara 1’an û 2’yan, Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F, Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F, Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan, Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê ya Tîpa L a Jimara 1’an, Girtîgeha Maltepeyê ya Tîpa L a Jimara 2’yan û 3’yan, Girtîgeha Bafraya Samsûnê ya Tîpa T, Girtîgeha Gebzeyê ya Tîpa M, Girtîgeha Vekirî ya Sîlîvriyê, Girtîgeha Jinan a Edîrneyê, Girtîgeha Bûrsayê ya Tîpa H, Girtîgeha Kepsûta Balikesîrê Jimara 1’an hatiye amadekirin.

Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî hûrguliyên raporê eşkere kir û got di meha Nîsanê de 6 serlêdan, di meha Gulanê de 30 serlêdan û di meha Hezîranê de 36 serlêdan ji bo komeleya wan hatine kirin. Yolerî destnîşan kir ku ji 72 serlêdanan 5 serlêdan ên jinan in û 67 serlêdan jî yên zilaman in û ji van serlêdanan 16 serlêdan ên girtiyên edlî ne û 56 serlêdan ên girtiyên siyasî ne û div an serlêdanan de tespît kirine ku hezar û 490 binpêkirinên mafan pêk hatine. Yolerî anî ziman ku bi rêya çapemeniyê jî binpêkirinên ku tespît kirine hejmar derketiye hezar û 609 binpêkirinên mafan.

Yolerî da xuyakirin ku di serlêdanan de muameleya xerab, êşkence, astengkirina mafê tenduristiyê, mafê ragihandin, mafê perwerdehiyê û xwe gihandina edaletê û gelek mijarên din hene û got: “Seranserî sê mehan, êrişên fizîkî li dijî girtiyan pêk hatine. Girtî bi gefan re rûbirû mane, li girtiyan dane, lêgerîna tazî li ser wan kirine û serdegirtina hucreyan pêk hatine. Êşkence û muameleya xerab, binpêkirina mafê tenduristî û tedawiyê, qedexeyên kêfî û sepanêin din berdewam kirine. Bi hêceta şewba koronayê re mafên civakî yên girtiyan hatine desteserkirin û ev astengkirin didome. Li girtîgehan tecrîd û îzolasyon girantir û kûrtir bûye. Ji ber ku tevdîrên têrkirî nayên girtin, pêketiyên Kovîd-19’ê zêde bûne.”