Êşkence li girtiyê nexweş kirin

Zext û zordariya li zindanan zêde dibe. Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, girtiyê siyasî Ridvan Taniş ê bi nexweşiya epîlepsî, bi rengekî dest kelepçekirî xistin emeliyata diran. Ji ber vê yekê, di dema emeliyatê de qevda destê wî şikest.

Girtî Ridvan Taniş ji Ajansa Mezopotamyayê re nameyek şand. Di nameyê de Taniş ev agahî da:

"(...) dema min rêza jorîn dinivîsand bi tayê ketim. Min şandin beşa lezgîn û muayeneke sûkî kirin û paşê ez şandim odeya min. Bi rastî jî em di rewşeke wisa aloziyî de dijîn, ne diyar e ka wê kengî çi bê serê me. Hevalên hêja min vê hefteyê daxwazname şandibû; ji bo biçim bijîşkê diranan û sewqa nexweşxaneyê. Di dema emeliyata diranan de kelemçe li min ferz kirin û ji bilî vê çareyek min tune bû. Meha borî (...) ev bûyer qewimî û di dema emeliyatê de bi tayê ketim û ji ber vê qevda destê min ê çepê şikiya. Çimkî destê min kelemçekirî bû. Min naşînin revîrê û gardiyan wiha dibêjin 'te gotiye ez dermanê xwe wernagirim'. Rast e, ji ber min naşînin revîrê nikarim dermanên xwe wergirim. 
 
(…) Hevalên hêja, ez ê nusxeyeke rapora xwe ya heyetê ji we re bişînim. Li vir bi navê tedawiyê tiştek tune ye. Ez vê yekê ji dil û can dibêjim. Navê vê terkirina ber bi mirinê ve ye. Di rapora min de hatiye xwestin ku divê tim biçim bijîşkê norolojiyê. Ji Xwedê bitirsin! Hûn jî ewladên mirovan e. Belê rast e me wek dijminan girtine, lê huqûqa girtîbûnê û dîlbûnê jî heye. 
 
Destê min, serê min û lingên min direhilin. Tam nizanim lê tu dibê qey ev nîşaneyên nexweşîna parkînsonê ne. Min bi bi derûnas-civaknas, mudurê yekemîn û duyemîn re jî hevdîtin çêkirin. Min li revîrê ji bo sistbûna masûlkeyên xwe torbeyê qûmê yê 2 kîloyî da nisîvsandin. Her çi qas min bi pereyê xwe kirî jî, lê bi zanebûnî ji medîkalê wernagirin û nadin min û tim taloq dikin..." 
 
Di Rapora Desteya Tenduristiyê ya ji bo Tanişê 24 salî hatiye dayîn tê diyarkirin ku nexweşîna epîlepsiyê û astimê pê re heye. Di raporê de tê diyarkirin ku "bi tena serê xwe dikare di girtîgehê de bimîne." Sekreterê Giştî yê Komeleya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Metîn Bakkalci bi bîr xist ku ferzkirina muayena bi kelemçekirî li dijî rûmeta mirovahiyê ye û divê der barê kesên ku ev yek kiriye de lêpirsîneke çalak bê destpêkirin. Bakkalci got ku ji bo hemû girtiyên di girtîgehan de çi hikumxwar û çi jî girtî, mafê pêwendî dayînê mafê wanê sereke ye û divê tu cudatî xwe nedin der. Bakkalci dest nîşan kir ku di tu şert û mercan de muayeneya bi kelemçe û xizmeteke tibî nayên ber hev û divê der barê kesên ku herduyan tînin gel hev de lêpirsîneke çalak bê destpêkirin.