Êşkence li du ciwanên girtî hate kirin

Rêxistinên ciwanan diyar kirin ku li ser girtiyên bi navê Yucel Yavûz û Taylan Eryilmaz lêgerîna bi tazî hatiye ferzkirin.

Rêxistinên ciwanan ên li Enqereyê diyar kirin ku li ser Yucel Yavûz û Devrîm Taylan Eryilmaz ên di Girtîgeha Tîpa L a Sîncanê ya Nimreya 3’an lêgerîna bi tazî hatiye ferzkirin. Derbarê vê êşkenceyê li Şaxa Enqereyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

ÊŞKENCE, ÇÊR Û LÊGERÎNA TAZÎ

Tûnahan Gozlugol li ser rêxistinên ciwanan axivî û got, “Hevalên me di 19’ê Kanûnê de di dema hejmartinê de ji ber ku ranebûne ser pêyan gardiyanan çêr û heqaret li wan kirine. Di 20’ê Kanûnê de jî piştî çêrên zayendî gardiyanan li wan dane. Kincên hevalên me hatine parçekirin êşkenceya zayendî li wan hatiye kirin. Piştî vê êşkenceyê bedena hevalên me reşûşîn û xwînî bûye û ji ber êşan ew rakirine nexweşxaneyê.”

Parêzer Dîlan Ateş jî diyar kir ku a niha muwekîlê wan Yavûz û Devrîm di hucreya yekkesî de ne û bi tu awayî destûr nayê dayîn ku ew têkiliyê bi hev re deynin.

Piştî civîna çapemeniyê polîsan li ser Rêya Sakaryayê ciwanên bi navê Celîl Resûloglû, Denîz Baran, Erbûdak Ege Kok destgîr kirin.