Êrîşî Dayikên Şemiyê kirin-NÛ BÛ
Polîsan êrîş bire ser Dayikên Şemiyê yên ku xwestin qûrnefîl danin Qada Galatasarayê.
Polîsan êrîş bire ser Dayikên Şemiyê yên ku xwestin qûrnefîl danin Qada Galatasarayê.
Polîsan êrîş bire ser Dayikên Şemiyê yên ku xwestin di hefteya 800’î de qûrnefîl danin Qada Galatasarayê. Ji xizmên windayan Masîde Ocak, Hasan Karakoç û Yaşar Aktaş bi lêdanê hatin destgîrkirin.
Dayikên Şemiyê, di hefteya 800’emîn de xwestin ku ji bo çalakiya xwe ya ku ji bo hînkirina aqûbeta zarokên xwe û cezakirina faîlên wan li dar dixin, li Qada Galatasarayê daxuyanî bidin. Lê polîsan mîna hefteyên borî dîsa çalakiyê asteng kirin. Hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî di nav de Dayikên Şemiyê, li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li hev kom bûn û xwestin ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin. Ji ber ku polîsan destûr neda girse careke din vegeriya ber ÎHD’ê. Malbat ji vir çûn Qada Galatasaray.
Polîsan malbatên ku li qadê hatin gel hev dorpêç kirin û destûr nedan daxuyanî bidin. Dayika Mûrat Yildiz ê windayî Hanîfe Yildiz, di bin dorpêçê de xwest qurnefîlan di destê xwe de deyne Qada Galatasaray. Polisan mudaxaleyî Yildiz kirin û ew ji qadê dûr xistin. Mirovê Şemiyê Yaşar Aksû ku ji ber vê yekê bertek nîşanî polîsan da hate destgîrkirin.
Xwişka Hasan Ocak ê windayî Maside Ocak û kekê Ridvan Karakoç ku cenazayê wî hatibû dîtin Hasan Karakoç gotin ku wê “Dev ji Galatasarayê bernedein” û qurnefîlên di destê xwe de danîn qadê. Polîsan mudaxaleyî Karakoç û Ocak kirin û ew destgîrkirin.
Li gel hemû astengiyan jî hevserokên giştî yên HDP’ê Bûldan û Sancar qurnefîl danîn Qada Galatasaray. Li ser navê Dayikên Şemiyê Pervîn Bûldan li vir daxuyanî da.