Êrişên li ser HDP'ê di rojeva Parlamenta Norwêcê de ne

Partiya Çep a Sosyalîst êrişên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê yên li ser HDP'ê xist rojeva Parlamenta Norwêcê û ji hikumetê xwest, ku zextê li Erdogan bike ji bo dawî li zextên li ser HDP'ê û Kurdan bîne.

Li Norwêcê nerazîbûna li dijî êrişên hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê yên li ser HDP'ê zêde dibin. Herî dawî Parlamenterê Partiya Çep a Sosyalîst Freddy Andrê Ovstegard bi pêşnûme pirsekê doza ji bo girtina HDP'ê û rakirina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû xiste rojeva parlamentê.

Ovstegard anî ziman ku hikumeta Tirk a bi serkêşiya Recep Tayyîp Erdogan salên dawî gelek caran êriş bir ser mafên mirovan û demokrasiyê û diyar kir ku êriş bi giranî li dijî sêyemîn partiya herî mezin a welêt li dijî HDP'ê tê kirin.

Ovstegard bi bîr xist ku ji sal a205'an û vir ve parlamenter jî di nav de nêzî 5 hezar HDP'î hatine destgîrkirin û girtin û diyar kir ku sala 2016'an wekîltiya gelek parlamenteran betal bû, herî dawî wekîltiya Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû hate desteserkirin.

'EGER HDP BÊ GIRTIN WÊ TIRKIYE BÊHTIR OTORÎTER BIBE'

Ovstegard ragihand ku Erdogan û hikumeta Tirk hewl didin HDP'ê ji holê rake û destnîşan kir, eger ev yek pêk were wê welat bêhtir otorîter bibe û êrişeke mezin li dijî mafên demokratîk ên gel bê kirin.

Ovstegard bi bîr xist ku di navbera Norwêc û Tirkiyeyê de têkiliyên dîplomatîk hene, her du welat endamê NATO'yê ne û ji Wezareta Karên Derve xwest ku bêhtir zextê li Erdogan bike.

Wezîra Karên Derve Îne Erîksen Soreîde bersiv da pêşnûme pirsê û diyar kir ku asta ku binpêkirina mafên mirovan û demokrasiyê li Tirkiyeyê cihê fikaran e. Soreîde anî ziman ku mafê civîn û kombûnê tê binpêkirin û got, "Ev yek bandorekeneyînî li çalakiyên aştiyane yên muxalîfan, endamên partiya çep, parêzvanên mafên miovan, rojnamevan, xebatkarên medyayê, reaktor, nivîskar, xwendekar, akademîsyen û çalakiyên aştiyane dike."

Soreîde destnîşan kir ku bi rêya Sefaretxaneya Norwêcê ya li Enqereyê, ew bûyerên li Tirkiyeyê baştir dişopînin.