Êrîşên dewleta Tirk li Torontoyê hatin şermezarkirin
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, hevkariya dewleta Tirk û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) hate şermezarkirin.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, hevkariya dewleta Tirk û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) hate şermezarkirin.
Bazara qirêj a navbera dewleta Tirk û Emerîkayê, li bajarê Toronto yê Kanadayê hate şermezarkirin. Bi sedan kes bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk li Yonge&Bloorê li hev civiyan û heta ber Konsolosxaneya DYE'yê meşiyan. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û YPG'ê hatin vekirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" û "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn.
Li ber konsolosxaneyê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser kampa penaberan a Mexmûrê û Şengalê, gefên wê yên ji bo dagirkirina Rojava careke din nîşan dide ku nikare têkçûna DAÎŞ'ê hezm bike.