Êrişên dagirkeriyê yên Tirk li Krasnodarê hate şermezarkirin

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, li herêma Krasnodarê ya Rûsyayê ji aliyê Kurdan ve hate şermezarkirin.

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li herêma Krasnodarê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin. Bi navê Kurdên li herêmê Alîkara Hevserokên Organîzasyona Medya Cemîle Mamdeva û endama Civata Kurdên li Krasnodarê Avraman Aliyev axivîn.

Herdu qisekeran bal kişandin ser êrişên giran ên li dijî Kurdan û ragihandin ku êrişên li er Şengalê, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveya konseptekê de ne.

Qisekeran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xistin û diyar kirin ku armanca van êrişan tunekirina tevgera azadiyê ya Kurd e.

Qisekeran diyar kirin ku gelê Kurd wê heta dawiyê têbikoşe û destnîşan kirin ku ev dem dema azadiya gelê Kurd e.