Êrişên dagirkeran bênavber didomin

QSD'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete êrişên xwe yên bi çekên giran û balafirên şer ên bêmirov didomînin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên şerê roja 39`an a Berxwedana Rûmetê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

Daxuyaniya QSD`ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

"Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser wê ve, êrişên xwe yên bi çekên giran û balafirên şer ên bêmirov domandin.

TIL TEMIR

Artêşa dagirker, bi armanca amadekariya dagirkirina herêmên nû, bi balafirên şer ên bêmirov li seranserê eniyê tevgera xwe domand.

EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker gundê Bîr Kîno yê nêzî herêma Qiz Alî bi tank û obusan bi dijwarî topbaran kir. Artêşa dagirker her wiha gundê Mişêrfa da ber obus û hewanan û di encamê de ziyanên madî gihîştin mal û milkên şêniyan.

Di encama êrîşên artêşa dagirker a bi çekên giran de 2 hevalên me şehîd ketin, 4 hevalên me birîndar bûn."