Êrîşa li ser peykerê Cegerxwîn hat protestokirin

Peykerê Cegerxwîn a li Parka Kîne Em ji aliyê qeyûmê xespkar ve hat rakirin. Ev kiryara qeyûm hat protestokirin û peyama ku desthilatdariya AKP-MHP’ê êrîşê hemû nirxên Kurdan dike, hat dayîn.

Rêxistina HDP’ê ya Êihê têkildarî rakirina peykerê helbestvanê Kurd Cegerxwîn ê li Parka Kîne Em daxuyanî da û bertek nîşan da. Daxuyanî li ber avahiya HDP’a Êlihê hat lidarxistin. Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ên qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad, Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP’ê tev li daxuyaniyê bûn.

Demîr li vir axivî û diyar kir ku qeyûm êrîşî nirxên Kurdan kir.

‘REJÎMA QEYÛM REJÎMEKE FAŞÎST E’

Piştre Hevşaredar Songul Korkmaz daxuyanî xwend û wiha got: “Qeyûmê rejîma faşîst a ku şaredariya HDP’ê ji holê radike û li dijî paradîgmaya HDP’ê ya ku neteweya demokratik a pirzimanî û cihêrengiya çandî wek dewlemendî dibîne, dixwaze feraseta netewe-dewleta faşîst a li ser bingehê yek ziman, yek ol, yek netewe bixe meriyetê. Ev hişmendî bi armanca têkbirina dîrok, çand û hafizeya gelên din bi taybetî jî ya Kurdan li ser kar e.  Pergaleke ku armanca wê ew e ku folklor, çand, dîrok, huner, ziman, rewşenbîr, pêşeng û lehengên Kurdan ji bîra kolektîf a ku bi rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk hatine afirandin ji holê rake.”

‘XESP Û DIJMINATÎ’

Korkmaz da zanîn ku ev rejîma desthilatdariya AKP-MHP'ê li dijî Kurdan dide meşandin, nîşaneya zelal a têkiliya dagirker û dijminane ye û wiha axivî: "Di vê çarçoveyê de em tayînkirina qeyûman, desteserkirina şaredariyan wek îradeya xwe nabînin. Em vê wek sepanek van rojan nabînin. Paşxaneya van sepanan pir îdeolojîk, dîrokî û demdirêj e. Berdewamiya polîtîkaya kevneşopî ya li dijî gelê Kurd e. Ev feraseta faşîst bi xesarê dide peykerên rewşenbîrên Kurd û ji holê radike. Ev bêtehamuliya li dijî rewşenbîr û kesayetên gelê Kurd e.”

Korkmaz bal kişand ser êrişên li dijî nirxên Kurdan ku zêde bûne û wiha dewam kir: “Yen ku duh li Bazîdê peykerê Ehmedê Xanê şikandin û rakirin, li Sêrtê navê Celadet Elî Bedîrxan ji ser tabelayê rakir û hilweşand, îro jî li Êlihê peykerê Cegerxwîn ê li Parka Kîne Em a Batmanê rakir. Navê rewşenbîrên Kurd ji kolan û cadeyan radikin û navê mîna ‘Karabag’ li park û cadeyên Êlihê tê kirin. Li Amedê navê Devlet Bahçelî li parkan dikin.

Vê betahamuliya li dijî Kurdan gihîştiye qonaxek wisa ku konserên hunermendên Kurd û nîşandana şanoyên Kurdî qedexe dike. Li şaredariyên di bin banê qeyûman de cih nadin folklor, çand û zimanê Kurdî. Bi kurt û kurmancî her tiştên aydê Kurdan tune dikin, bîra Kurdan qir dikin û bênirx dihêlin. Ev jî nîşaneya nûjenkirina Plana Şerqê ya Islahatê ye û em ferasetek wiha faşîst re rûbirû ne. Em vê ferasetê şermezar dikin. Bedelê wê çi dibe bila bibe em ê vê ferasete qebûl nekin. Em ê her li dijî wê têbikoşin û bi awayek biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Em gazî qeyûmê Batmanê dikin û dixwazin ku peykerê helbestvan û rewşenbîrê Kurd Cegerxwîn tavilê li cihê wî bicih bike. Em gazî gelê xwe jî dikin ku li dijî vê bêhurmetiyê bi hestiyar tevbigere.”