Êrîşa li ser girtiyên greva birçîbûnê zêde dibin

Li dijî çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtîgehan gelek mafên giran têne binpêkirin. HDP'ê bal kişande ser binpêkirina mafan  û êrîşên li ser girtiyên ku ketine rewşeke bi rîsk.

Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê binpêkirinên mafan ên li dijî çalakgeran tomar kir.

Li gorî komiyonê binpêkirinên ku bi serdanên parêzeran a bi çalakgerên grevên birçîbûnê re diyar bûne wiha ne:

*Lêpirsîna disîplînê li ser hemû çalakgerên greva birçîbûnê  ya bedawî û bêdorveger hatiye destpêkirin. Cezayê disîplînê dane berxwedêrên Girtîgeha Tîpa T ya Nimro 2 ya Bandirmayê.

TUNDIYA FIZÎKÎ Û KÊMKIRIN

*Li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Edîrneyê çalakgerê bi navê Adem Arslan bi zorê birine cem dozger, tehdeya fizikî û gotinî lê hatiye kirin. Li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Edîrneyê ji bo ku vîtamîna B'yê nedin girtiyên di greva birçîbûnê de astengî têne derxistin.

*Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê meha Çile midûrê saziyê ji girtiyên greva birçîbûnê re got heke çalakiya greva birçîbûnê zêdetir bi pêş bikeve ew dikarin mudahele bikin û wiha gef li wan xwar.

*Rêveberiya Girtîgeha Girtî ya Nimro 1 ya Maltepeyê greva birçîbûnê ya Cesîm Yildirim û Ersan Nazlîer û 27 kesên din ên di greva birçîbûnê de hincet nîşan da û û ceza da ku meyekê tevlî nav bernemeyan nebin. Li ser hemû faks û nameyan ên têkilî çalakgerên greva birçîbûnê yên bi naveroka greva birçîbûnê lêpirsîna disîplînê hate vekirin.

*Li Girtîgeha Girtî ya Nimro 1 a Kandirayê tespît bûye ku Ibrahîm Kaya ku beriya niha jî ketiye grevên birçîbûnnê bi qasî 10 kîloyan li xwe şikandiye û di encama çalakiyên grevên birçîbûnê de problêm tenduristiyê yên ku pêşbîniya wan dihate kirin bi giştî dijî.

VÎTAMÎNAN NADIN

*Li gelek girtîgehan vîtamîna B'yê (B1 a xurî û vîtamînên komplokes) nadin. Girtî halê hazir vîtamînên ku beriya niha ji revîrê standine bi kar tînin. Hatiya ragihandin li gin girtîgehan karbonat tine, lîmonê jî carinan nadin.

GIRTIYAN DIXIN HUCREYÊN YEK KESÎ, KONTROLÊN WAN ÊN TENDURISTIYÊ NAYÊN KIRN

Suleyman Benzer ku 26'ê Kanûna 2018'an li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Duzceyê ketî greva birçîbûnê, piştî ku dest bi greva birçîbûnê kir, bi hinceta ku cezaxwariyê miebbeta kirine hucreya yek kesî. Benzer ji bo ku tenê ye nikare bi tena serê xwe lêzimiyên xwe bi cih bîne.

*Li Girtîgeha Tîpa T ya Nimro 1 ya Bandirmayê 5 girtiyên ku ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ji ber ku qebûl nekirine ku biçine revîrê kontrola wan a tenduristiyê nayê kirin.

*Li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Edîrneyê ji 23'yê Kanûnê û vir ve Zerdeş Oduncu yê ku di greva birçîbûnê de ye heta 18'ê Çile ya 2019'an tenê carekê ji hêla doktoran ve hatiye kontrolkirin.

*Li Girtîgeha Tîpa L ya Nimro 5 a Silîvriyê, personelên tenduristiyê ji hêla kontrlên hewce ve ne têrkar in, kontrol bi periyodîk nayên kirin, dema ku tê kirin jî hema ji çav re tê kirin, hin personelên tenduristiyê îdeolojîk tevdigerin, tinazê xwe bi girtiyan dikin û dev davêjin wan.


*Li Saziya Înfazê ya Cezayê ya Kampûsa Xarpêtê, li Saziya Înfaza Cezayê ya bi Ewlehiya Zêde ya Nimro 1'ê  çalgerên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger di odeyên 3 kesî de têne hiştin, bêyî ku li cem wan kes hebe ku li wan binere. Ji bo çalgerên ku ev 55 roj in di greva birçîbûnê de ev rewşeke girîng e. Hher wiha ji bo çalakgerên ku ev 33 roj in di grevê de dermanên kompleks ên B'yê nadin û ev rewşeke cidî ye. Lêzimiyên hewce ku divê bidin girtiyan nadin wan. Heta niha kontrola tenduristiyê ya girtiyan nehatiye kirin.

*Ji destpêka grevê ve girtiyê bi navê Ahmet Tekîn bi tena serê xwe di huceyê de tê  hiştin. Doktor kontrolên hewce nakin û kontrola kîlo û rajenê nayê kirin.  Li heman girtîgehê girtiyê bi navê Serkan Eren demeke dirêj piştî ku di hucreyeke yeek kesî de hate  hiştin, girtiyê bi navê Yasîn Gungor ê di grevê de jî kirin heman hucreyê û piştî demek kurt dîsa her yekî ji wan kirin hucreyên cuda.

Li girtîgehên din jî pirsgirêkên din derketin holê. Pirsgirêkên sereke ew in ku demek dirêj şekir û xwê nedane, nikarin ji kantînê hewcehiyên sereke bistînin, doktor kontrolê bi rengekî perîyodîk nakin.

REWŞA LEYLA GUVEN GIRAN DIBE

Rewşa Leyla Guven a tenduristiyê girantir dibe. Rajena Guven dikeve, li bara ronkahî û deng hesas dibe. Li gel serêşandin û arincên zik, masûlkeyên wê jî diarin, serê wê gej dibe, bi xweşikî nikare raze. Guven ji dema ku ji girtîgehê derketiye 2 kîloyan li xwe şikandiye û bûye 58 kîlo. Heta niha 12 kîlo li xwe şikandiye.''