Li ser Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêkhat

Di êrîşên hewayî de, yên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê de, hate diyarkirin li Xakurkê, Heftanîn û Garê hin cih ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine bombekirin.

Li gorî daxuyaniyê, ya ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê dayî, 25'ê Gulanê balafirên şer ên dagirkariya Tirk li herêma Xakurkê qada Şêxzade bombe kirine.

Balafirên şer ên artêşa TC'ê 28'ê Gulanê her wiha qada gudnê Rûsê ya Heftanînê, 29'ê Gulanê jî êrîşa hewayî biriye ser qada gundê Girê ya Garê û girê Şehîd Aslan.

HPG'ê ragihand di êrîşên hewayî yên dagirker de çar gerîla şehîd bûne, nasnameyên gerîlayên ku şehîd bûne piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.