'Ên ku dixwazin HDP'ê bigirin bila li Newrozê binerin'

Hevserokê Bajêr ê Wanê yê HDP'ê Fîkret Dogan got ên ku dixwestin li helwesta gel a derheqê girtina HDP'ê bipîvin li Newrozê bersiva xwe standin.

Hevserokê Bajêr ê Wanê yê HDP'ê Fîkret Dogan li ser îdîanameya derheqê HDP'ê got, ''Em dibînin ku ev dosya dosyayeke bi problem e û hiqûqnasan ji alî yasayî ve serê xwe li ser neêşandine. Ev îdîaneme ispata wê ye ku daraz çendî hatiye pûçkirin.''

Derheqê sedema doza girtina HDP'ê Dogan got, ''Tekane sedema vê ew e ku heq ji HDP'ê dernakevin. Ji ber vê serî li rêyên ne rewa didin. Hemû gelên li Tirkiyê di serdema zanîn û teknolojiyê de her tiştî dibînin û aşkere ye ku di şerên zextê de nikarin xwe vebêjin.''

Dogan wiha domand: ''Gel bi milyonan Newroz pîroz kir û bersiveke xurt da vê. Destûrê dide hemû Newrozan da ku li helwesta gel binere lê her kesî dît bersiva xwe stand. Gel got, ''Em gel in, kes nikare me bigire''. Dema ku mirov guh dide peyama Newrozê hûn HDP'ê bigirin çiye negirin çiye. Heke HDP were gritin gelê me wê mala xwe bike partî û rêya xwe bidomîne. Peyama,'hûn nikarin vîna me bigirin'' daye.''

Dogan li ser daxuyaniya hin malbatan a bi desteka polîsan a li ber avahiya wan jî got, ''Dixwazin HDP'ê sûcdar bikin. Êşa vî şerî, windahiyan, dayikan îstîsmar dikin û li ber deriyê HDP'ê vê dikin. Ev çiye? Me bang li wan malbatan kir û me got, heke hûn ji dil in û yên ku hûn anîne vir heke jidil bin werin em bi hev re rûnin, em bi hev re biçin ber deriyê ku welêt rê ve dibin û li çareyê bigerin. Em bi hev re ji bo aştiyê têbikoşin. Lê nehatin û em dibînin bi rastî jî wan bi kar tînin.

Hemû dayik yek in, dayikên şemiyê û yên ku hatine ber vî derî. Heke em aştiyê dixwazin bila dayikên înê û şemiyê û partiyên siyasî bibin yek biçin ber deriyê desthilatê, muxatab desthilat e. Dema ku hûn werin ber deriyê HDP'ê dijûnan bikin, me bikişînin provakasyonê ev meselê çareser nake. Dayikên ku hatine vir dayikên me ne, gelê me ye û wan bi kar tînin.''