Êlek Zer: Em jî dixwazin şoreşa mîna ya Rojava li vir bikin

Êlek Zerên ku bi mehan e li Fransayê çalakiyan dikin, peyamek bi dîmen şandin û silav dan Şoreşa Rojava.

Peyama Êlek Zeran ji Meclîsa Meclîsên li Commercyê hat. Meclîs dawiya meha Çileyê ava bûbû. Êlek Zer ji wê wextê ve her roj meclîsên gel dicivînin. Meclîs ji 75 komên ji her aliyê Fransayê pêk tê. Kom hemû hewl didin xwe bi rengê meclîsan bi rêxistin bikin.

Êlek Zerên ku bi navê Meclîsa Meclîsên Commercy daxuyanî dan, Şoreşa Rojava silav kirin.

Di peyamê de hate gotin, "Êlek Zerên li Commercy silavê didin Rojava."

EM HEWL DIDIN WEKE ROJAVA BIKIN

Êlek Zeran bal kişandin ser peyameke piştevaniyê ku meha Kanûnê ji Rojava ji bo Meclîsa Meclîsan hat û hate gotin, "Em jî Rojava u gelê Rojava silav dikin ku hewl dide bi rengê meclîsên xwecihî ji bo demokrasiyeke wekhev têdikoşin. Em jî hewl didin li vê derê heman tiştî bikin. Hûn ji bo gelên cîhanê modelek in."

Êlek Zeran bal kişandin ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û gotin, "Em vê gefa ku bi ti awayî hincet jê re nabe, şermezar dikin (...) Bijî têkoşîna gelan a ji bo ji wekheviyê. Em ji dostên xwe yên li Rojava re di têkoşîna azadiyê de serketinê dixwazin."