Çîçek Kobanê nehate berdan

Rûniştina doza Dozgin Temo (Çîçek Kobanê) hate kirin a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîl hatibû girtin. Biryar hate dayin ku Temo neyê berdan.

Artêşa Millî ya Sûriyeyê ya ku ji çeteyên dewleta Tirk pêk tê, di operasyona dagirkeriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li gundê Mişrefa ya Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 21’ê Cotmeha 2019’an de Dozgin Temo (Çîçek Kobanê) girtibû. Rûniştina pêşîn a derbarê Çîçek Kobanê li Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ya 5’emîn hate kirin. Temo ya ku Girtîgeha Tîpa T de ye tevlî rûniştinê bû.

Temo bi rêya wergêr bi Kurdî îfade da û diyar kir ku ew bi vîna xwe tevlî hêza herî rêxistinbûyî ya li Bakurê Sûriyeyê bûye, wê çek bi kar neaniye û di nav xebatên alîkariya mirovî de cih girtiye.

Parêzerê Temo, Hîdayet Enmek pirsî gelo kê muwekîla wî destgîr kiriye û got, “Di dosyeyê de ev tişt tune. Kîjan endamên OSO’yê muwekîla me destgîr kiriye, ne diyar e. Derbarê birîndarbûna muwekîla me tu agahî tune. OSO rayeya wê tuneye ku mirovan destgîr bike. Ev destgîrkirin dûrî hiqûqê ye. Muwekîla me ji Reqayê ye. Divê were diyarkirin ku kê muwekîla me destgîr kiriye.”

Heyeta dadgehê ev daxwaz red kir û biryar da ku Çîçek Kobanê neyê berdan. Heyetê rûniştin taloqî 28’ê Tîrmehê kir.