Çi bi 44 milyon Euro yê ji Şengal û Mûsilê re hate şandin hat?
Derket holê, Elmanyayê ji bo herêmên Iraqê yên ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin heta niha 225 milyon Euro pere şandiye.
Derket holê, Elmanyayê ji bo herêmên Iraqê yên ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin heta niha 225 milyon Euro pere şandiye.
Parlamentera Partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer pêşnûme pirsek pêşkêş kir û hikumeta federal di bersiva xwe ya ji bo pêşnûme pirsê de ragihand ku 44 milyon Euro yê ji vî pereyî ji Şengal û Mûsilê re hatiye şandin.
Endama Partiya Çep (Dîe Lînke) ya Meclîsa Federal Hêlîn Evrîm Sommer, roja 12'ê Kanûna 2017'an pêşnûme pirsek pêşkêşî hikumeta federal kiribû. Sommer ji hikumetê pirsî bû ku heta niha kîjan alîkarî ji herêmên Iraqê yên ji DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin şandiye?
Sommer xwest, projeyên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê yên ji aliyê Elmanyayê ve tên destekkirin bi rengekî berfireh werin eşkerekirin. Bi navê hikumeta federal, Wezareta Pêşveçûn û Hevkariya Aboriyê ya Federal bersiv da. Li gorî bersiva ku 21'ê Kanûna 2017'an hate dayin, wezaretê ragihand ku ji sala 2015'an û vir ve ji bo pêşvebirina aborî ya herêmên ji çeteyên DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin bi giştî 225 milyon Euro pere hatiye şandin.
Hat gotin, 180 milyon ji vî pereyî ji bo projeyên ji nû ve avakirinê yên Neteweyên Yekbûyî hatine bikaranîn, 44 milyon Euro yê mayî jî ji Şengal û Mûsilê re hatine şandin. Lê belê wezaretê eşkere nekir ku ev pere ji bo kîjan projeyan hatiye bikaranîn.
Wezaretê tenê mînakên weke; li rojhilatê Mûsilê ji bo çêkirina dibistanan, ji bo xizmeta şêwirmendiya psîkolojîk-civakî ya zarokan û xizmeta elektrîk û avê ji bo yên vegeriyan Mûsilê, da. Balkêş e der barê Şengalê de ti agahî neda.
SOMMER: DIVÊ ALÎKARÎ LI CIH BÊN ŞOPANDIN
Sommer a ji Partiya Çep bersiva wezaretê nirxand û anî ziman ku alîkariya pereyan a hikumetê cihê kêfxweşiyê ye, lê belê divê li cih lêkolîn bike bê alîkarî gihîştiye şûna xwe yan na. Sommer xwest, alîkariya ku Elmanya şandiye bi rengekî wekhev bigihêje hewcedaran.
Wekîla Partiya Çep bal kişand ser raporên saziya "Transparancy International" ên li ser Iraqê ku ev sazî gendeliyên li cîhanê lêkolîn dike û got, "Li gorî van agahiyan, di nava 176 welatên herî zêde gendelî lê tên kirin de, Iraq di rêza 166. de cih digire. Ev yek bi tena serê xwe sedemeke ku alîkariya tê kirin divê li şûna xwe bê şopandin."