Çeteyên artêşa Tirk Til Rifêt topbaran dikin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, bajarokê Tir Rifêt yê girêdayî herêmên Şehbayê topbaran dike.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, bajarokê Tir Rifêt yê girêdayî herêmên Şehbayê topbaran dike.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji saet 19.37′an ve bajarokê Til Rifet yê girêdayî herêmên Şehbayê topbaran dikin.
Di encama topbaranê de mal û milkên gundiyên herêmê ziyan dîtin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi awayekî hevpar û demkî topên hawanan davêjin gundên herêmên Şahbayê.