Çepnî: Sala 2020'î sala têkbirina ekolojîk bû

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî diyar kir ku di sala 2020'î de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di asteke bilind de ekolojî hate têkbirin. Çepnî destnîşan kir ku 2020 di heman demê de saleke têkbirina ekolojî ye.

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî diyar kir ku hem polîtîkayên ewlekarîparêz ên desthilatdariyê hem jî helwesta alîgirê sermayedarê bûne sedem ku ekolojî têk biçe.

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Çepnî ji ANF'ê re axivî û got, "Li Tirkiyeyê têkçûna ekolojîk meseleyeke xweser a herêmê nîne. Hem krîz aiyasî hem jî ya aborî û polîtîkayên ewlekarîparêz-şerxwaz ên dewletê, bi polîtîkayên talankirina ekolojîk ên sîstemê ketine nava hev."

BANDORA BÊDARISTAN HIŞTIN

Çepnî bi bîr xist ku di serî de li Kurdistanê îsal polîtîkaya bêdaristan hiştinê hatiye meşandin û got, "Sala 2020'î bi şewata daristanan derbas bû. Ji bo şewitandina daristanan polîtîkayên ewlekarîparêz weke hincet hate nîşandan. Li aliyê Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên rantê daristan hatin şewitandin yan jî pêşkêşî sermayeyê hate kirin. Şewata daristanan pêwendiya xwe yakser bi krîza avhewayê ya global, krîza avê, bêdaristanhiştinê û şewba global heye. Li Tirkiyeyê û cîhanê yek ji sedemên herî mezin ên krîza aboriyê bêdaristan hiştine."

REWŞA METIRSÎDAR A QADÊN MADENÊ

Çepnî anî ziman ku Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sala 2004'an ve veguherandine qadeke madenê û got, "Cografya Dersimê ji bo vê mînak e. Geliyê Mûnzûrê hema bi temamî veguherandina qada madenê. Çiyayên Kazê di bin dagirkeriya gelek şîrketan de ne. Maden li gorî pêwîstiya enerjiyê tên pênasekirin. Di mijara madenan de rewş gelekî metirsîdar e. Çend roj berê qanûnek têkildarî madenê hate amadekirin û xalên ku vî karî hêsan dike bi cih kirin. Bi vê qanûnê re astengiyên herî biçûk ên li pêşiya şîrketên enerjiyê hatin rakirin. Her wiha niha li ser qanûneke din diaxivin ku bi israr dixwazin bixin meriyetê."

BERXWEDANA EKOLOJÎK

Çepnî projeyên HES, JES û RES'ê rexne kir û destnîşan kir ku enerjiya dikare bê nûkirin bi rê û rêbazên cuda jî dikare bê bidestxistin.

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî diyar kir ku sala 2020'î di heman demê de li dijî talanê bû saleke berxwedana ekolojîk.