Çepnî: Hedef jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn û Şoreşa Rojava ye
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî da zanîn ku di piştperdeya pevçûnên li Sûriyeyê dest pê kirine de jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn heye û got ku hedef Şoreşa Rojava ye.
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî da zanîn ku di piştperdeya pevçûnên li Sûriyeyê dest pê kirine de jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn heye û got ku hedef Şoreşa Rojava ye.
Li Sûriyeyê êrîşên çeteyên Heyet-i Tahrir-el-Şam (HTŞ) ên li ser Helebê berdewam dikin. Li gel HTŞ’ê komên çeteyên din ên li Sûriyeyê jî li şûna rêveberiya Şamê, êrîşî herêmên Kurd lê dijîn dikin. Ev êrîşên çeteyan ku hefteyek e berdewam dikin, her çend weke li ser rêveberiya Şamê xuya bikin jî berê xwe didin herêmên Kurd lê dijîn. Çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, bi awayekî eşkere êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dikin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan Mûrat Çepnî têkildarî pevçûnên dawîn yên li Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî. Çepnî ragihand ku şerê li herêmê ber bi şerekî cîhanî ve diçe û got: “Rojhilata Navîn, veguheriye qada çareya pergala kapîtalîsta a cîhanê ya ji krîza xwe re peydakirî. Ev çare rêyên nû yên bazirganiyê û qadên mêtingehê ne. Şer hê ne di asta şerê cîhanê de ye, lê belê ber bi wê yekê ve diçe. Şer hê bi destê welatên hevkar ên li herêmê, Îsraîla Sîyonîst, Îran, Tirkiye û çeteyên weke DAÎŞ- HTŞ’ê tê berdewamkirin.”
Çepnî diyar kir ku êrîş dihatin payîn û bi taybetî jî organîzasyoneke li dijî Şoreşa Rojava ye û wiha dewam kir: ‘’Çeteyên DAÎŞ’ê ya ku di Şoreşa Rojava de têk çû û bi taybetî jî amûra Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî yên dijminahiya şoreşê dikin e, dîsa bi organîzekirina van hêzan ya û hin çeteyên din li Îdlibê hatin bicihkirin. Tekane wezifeya van çeteyan ew e ku telîmatên ku distînin, bi cih bînin. Bo nimûne, ev çeteyên ku xwe weke Îslamparêz pênase dikin, dema ku Îsraîlê li Filîstînê qirkirin pêk dianî li holê nebûn. Her wiha kesên ku li hemberî Sîyonîzmê têdikoşin di hedefa wan de ye.”
‘TIRKIYE XEYALÊN OSMANIYAN DIBÎNE’
Hedefa DYE’yê û Îsraîlê ya dawîn kêmkirina bandora Rûsya û Çînê ya li herêmê û kontrolkirina herêmê ye. Ya ku di civîna NATO’yê ya 2022’yan de biryara wê hatîn standin ev bi xwe ye. Hilweşandina Îranê jî hedefa pêşiya wê ye. Sûriye jî pêngava beriya hilweşandina Îranê ye. Tirkiye jî weke hemû caran li aliyekî xeyalên belavbûna Osmaniyan dike û li aliyekî jî her cure statûyên Kurdan weke talûkeyeke stratejîk dibîne.
‘HEDEF DIZAYNKIRINA ROJHILATA NAVÎN Û ŞOREŞA ROJAVA YE’
Çepnî diyar kir ku yekitiya gelan ya li Rojava derketî holê di hedefa hêzên emperyalîst de ye û anî ziman ku di piştperdeya êrîşan de jinûvedizaynkirina Rojhilata Navîn heye û got: “Li Rojava modela ku yekîtiya gelan û azadîxwaziya jinê ya demokratîk esas digire, ne tenê di hedefa Tirkiyeyê de ye di heman demê de di hedefa hemû hêzên serwer û emperyalîst de ne. Yek ji bo ku bi tevahî tasfiye bike, êrîş dike û ya din jî ji bo şikandina xeta wê hewl dide. Lê belê di encamê de hedefa hemûyan yek e.
Di encamê de rastiya di piştperdeya êrîşên çeteyan ên dawîn de jinûvedîzaynkirina herêmê ya ji aliyê hêzên emperyalîst ve heye. Hêza pêşeng a vê dîzaynê jî Îsraîl e.”
‘HTŞ JÎ DAÎŞ JÎ JI HEMAN BIRYARGEHÊ TÊN BIRÊVEBIRIN’
Çepnî got ku her çend xwe weke tevgereke gel nîşan bide jî HTŞ jî weke çeteyên din ji heman biryargehê tê birêvebirin û wiha pêde çû: ‘’DAÎŞ rêbazên xwe yên hovane li seranserê cîhanê weke stratejiyeke birêxistinbûnê destnîşan kiribû. Ev rêbaz bi kêrî jî hatin û li seranserê cîhanê bi hezaran kes beşdar bûn. Her wiha Ewropa jî di nav de li gelek deveran cînayet pêk anîn. Lê belê vê yekê li aliyê din kir ku li seranserê cîhanê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê were birêxistinkirin. Li Rojava li dijî çeteyan têkoşîneke bêhempa hate meşandin û çete têk çûn. HTŞ jî niha hewl dide bibêje, ‘Em li Sûriyeyê tevgera gel in.’ Bertek yan jî piştevaniya navneteweyî bi vê rêyê dîzayn dike. Lê belê hemû yek û weke hev in. Hemû ji heman biryargehê tên birêvebirin û hemû li heman cihî hatin perwerdekirin. Hemû Selefî û cîhadîst in. Hemû komên kujeran in ku kuştina kesên ne ji xwe caîz dibînin. Hemû dijminahiya Elewiyan û gelê Kurd dikin. Ne siyasî û ne jî rêxistînî rast e ku mirov bibêje HTŞ û DAÎŞ ji hev cuda ne.”
‘TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ DIDE HTŞ’Ê’
Çepnî anî ziman ku desthilatdariya Tirkiyeyê piştgiriya HTŞ’ê dike û got ku ev di nûçeyên medyaya Tirkiyeyê jî tê dîtin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Piştî êrîşên HTŞ’ê ger hûn li medyaya desthilatdariyê binêrin, hûn ê bibêjin ku qey TSK têkoşîna rizgariyê dimeşîne. Hemû pêngavên HTŞ’ê bi coş tên pêşwazîkirin. Ev yek rast in. Çeteyên cîhadîst ji HTŞ’ê bigirin heya OSO’yê ji aliyê desthilatdariya Tirkiyeyê ve tên fînansekirin û perwerdekirin. Ev yek rastiyek e. Rêveberiya Tirkiyeyê ji bo Kurd pêş nekevin tifaqa bi hemû çeteyên sûc re rewa dibîne. Lê belê tu aliyên vê polîtîkayê yên baş tune ne. Ji bilî xwîn û nexweşiyê, ji bîlî koçberbûna mirovan tu encam nayên bidestxistin. Di encama van yekan de wê bi tenê hêzên çekan difiroşin û dewletên emperyalîst ser bikevin.”