Çekdar Botan li Marsîlyayê hate bîranîn
Ji bo Çekdar Botan, ku di êrîşa bombeyî ya balafirên şer ên Tirk de şehîd bû, li bajarê Marsîlya yê Fransayê hate bîranîn.
Ji bo Çekdar Botan, ku di êrîşa bombeyî ya balafirên şer ên Tirk de şehîd bû, li bajarê Marsîlya yê Fransayê hate bîranîn.
Balafirên şer ên dewleta Tirk, roja 5'ê Hezîrana 2016'an bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandibûn û Çekdar Botan (Rûhat Tabak) tevî komek ji hevalên xwe ji ber vê êrîşî şehîd bû bûn. Ji bo Çekdar Botan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlayyê civîneke bîranînê hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî beşdarî merasîma bîranînê bûn, ku ji aliyê Ciwanên Azad ve hate organîzekrin.
'HETA KÊLIYA DAWÎ DILSOZÊ GEL Û RÊXISTINÊ BÛ'
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, sînevîzyonek ji wêneyên Çekdar Botan ên li bajarên Ewropayê yên kar lê kir hatibûn kişandin, hate nîşandan. Li dû nîşandana sînevîzyonê li ser navê Ciwanên Azad Marsîlya daxuyaniyek hate dayin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ew ê xwedî li mîrateya wî ya xurt derkevin û têkoşînê mezin bikin.
QALA WÎ KIRIN
Hevrêyên wî, Kurdistaniyan û Viyan a 10 salî qala Çekdar Botan kirin.
Cevahîr Îlîman: Dihate amal me. Dema nedihat, ez lê digeriyam û min jê dixwest ku bê. Min jê re digot, 'ez jî dayika te me'. Me gelekî ji wî hez dikir. Ji min re digot 'dayê'. Şehadeta wî em gelekî êşand. Rehma Xwedê lê be. Bila Xwedê tehba wî li erdê nexîne. Wê her tim di dilê me de be.
Viyan a 10 salî: Mirovekî gelekî baş bû. Dema dihat mala me, timî bi min û birayê min re dilîst. Dema birayê min li salonê radiket, hevalê Çekdar radihişt wî û ew dibir nava nivînan û betanî davêt ser wî. Dema li wêneyên wî dinerim, gelekî bi min zor tê.
Erkan Aydemîr: Şehîd Çekdar mirov bi coş dikir. Berî ew were, ez ji xebatê dûr ketibûm. Wî mirov ber bi xwe ve dikişand. Dema diçû çalakiyê timî straneke xwe hebû. Berî biçe timî ew distira. Mirov dema pê re digeriya, dilê mirovan rehet bû. Kar bi wî re xurtir bû.
Bêrîvan Han: Yên Çekdar Botan nas nedikirin, ji wan hebû ku xwedî sekneke hişk e. Ez jî bi wî rengî difikirîm. Piştî ku min ew nas kir, min dît ku mirovekî gelekî dilgerm e. Xwedî sekneke gelekî xurt bû.
Firat Sevînç jî ku pê re xebitî anî ziman, ku bi hatina Çekdar Botan re wî li Marsîlyayê îdeolojî û hevrêtiya PKK'ê nas kiriye.
Piştî axaftinan, hunermendê TEV-ÇAND'ê yê Marsîlyayê Cunyet Kartal strana "Bêrîtana Min" got. Ji bo xatirê Çekdar Botan xwarina fitarê hate dayin.