Çapa nû ya Pirtûkên Ocalan a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk bi Farisî derket

Her 5 bergên pirtûkên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve li Girtîgeha Îmraliyê hatiye nivîsandin, bi çapeke nû û şêwazekî nû bi zimanê Farisî gihişte ber destê xwîneran.

Navenda Belavkirina Bîr û Ramanên Ocalan ji bo xwendekar xwe bi hesanî bigînin pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a her 5 bergan bi dîzayn û şêweyekî nû bi zimanê Farisî hate çapkirin û belavkirin.

Bi vê çapa nû re bû cara sêyemîn her 5 bergên pirtûkên Ocalan ên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk bi zimanê Farisî tên çapkirin. Pirtûk ji aliyê Aras Karox ve bi zimanê Farisî hatiye wergerandin û Rêbûwar Abdanan jî li ber çavan re derbas kiriye.

Pirtûk li weşanxaneyên Rehend, Xezelnûs û Roman ên bajarê Silêmaniyê li benda xwendekaran in.

Navê pirtûkan wiha ne:

Pirtûka 1: Şaristanî (Serdema Qralên Piştperdeyê û Xwedayên bi Maske)

Pirtûka 2: Şaristaniya Kapitalîst

Pirtûka 3: Sosyolojiya Azadiyê

Pirtûka 4: Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk

Pirtûka 5: Parastina Kurdên Di nava Pencên Qirkirina Çandê De, Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk.