Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo prtoestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li bajarê Bern ê Swîsreyê hatibû destpêkirin di roja 2’an de dewam dike. Çalakvanên li grevê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Berndê didomînin, di saetên sibê de gelek kes hatin serdana wan kirin û piştîvaniya xwe ya ji bo wan diyar kirin.
Çalakvan di saetên şevê de tevlî meşa li Bernê ya Swîsreyê ku li dijî nîjatperestiyê hate kirin bûn. Meşvanan di çalakiyê de pankata li ser ‘Ji bo Ocalan em di greva birçîbûnê de ne’ hatî nivîsîn vekirin û tîşortên Ocalan li ser heyî li xwe kirin û tevlî meşa ku bi sedan Swîsreyî û koçber tevlîbûn de, posterên Ocalan hildan û bê navber dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin.
Di tevahî meşê de ku ji pêşiya avahiya Parlementoya Federal a Bernê destpê kir û li ser rêyên herî qelebalix ên bajarê dom kir de piştgiriyek mezin ji bo çalakvanên greva birçîbûnê hate kirin.