Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan dewam dikin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin.
MONTPELLÎER
Otobusa Pirtûkxaneya Ocalan, li bajarê Montpellîer ê Fransayê bi konvoyekê hate pêşwazîkirin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Montpellîerê Cevat Guneş di çalakiya pêşwazîkirinê de axivî û got, "Ji bo azadiya Serok Apo em ê timî li qadan bin." Ji Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E jî Mûrat Ceylan işaret bi hesasiyeta mijarê kir û got, "Divê gelê me yê li Ewropayê çalakiyên xwe zêdetir bikin û heta encamê jê bigirin, bidomînin."
DORTMÛND
Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê li ber stasyona trenê li hev civiyan, belavok belav kirin û daxuyanî dan. Kurdistaniyan dosyayên têkildarî rewşa Ocalan amade kiribûn radestî WDR û saziyên din ên çapemeniyê kirin. Li Dortmûndê wê îro (Pêncşem) saet di 18:00 de jî çalakî pêk were.
MOERS
Li bajarê Moers ê Elmanyayê, Kurdistanî bi banga NCDK'ê li ber HBF'ê li hev civiyan û rejîma AKP'ê şermezar kirin. Faşîstan hewl dan êrîşî girseya gel bikin, lê pêşî li wan hate girtin û faşîst ji herêmê reviyan. Çalakgeran li vir daxuyanî dan û bal kişandin ser berpirsyariya welatên Ewropayê di mijara ewlekarî û tenduristiya Ocalan de. Kurdistaniyan gotin ku heta agahiyê ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe bidomînin.
KASSEL
Kurdistaniyên li bajarê Kassel ê Elmanyayê û derdora wê dijîn, têkildarî mijarê li Konîgsplatzê stand danîn û belavok belavkirin. Plansaziya NCDK a Kasselê ya çalakiyên hefteyekê jî wiha ye:
19'ê Cotmehê wê saet di navbera 15:00-148:00 de kon bê vedan, mîtîng were lidarxistin. Çalakî wê li Konıgsplatzê pêk were.
20'ê Cotmehê wê li Gottîngenê saet di 18:00 de mîtîng pêk were.
21'ê Cotmehê wê li Korbachê saet di 18:00 de meşeke bi meşaleyan bê organîzekirin.
HANNOVER
Li Hannoverê jî nûnerên Meclîsa Jinê ya Ronahî, Ciwanên Azad Hannover û Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Hannoverê li ser rewşa Ocalan bi rayedarên CDU û SPD re hevdîtin kirin. Li ber stasyona trenê jî bi beşdariya 250 Kurdistaniyan çalakî hate lidarxistin. Çalakgeran gotin, "Heta agahiyê ji Rêber Apo bigirin, em ê çalakiyên xwe bidomînin." Roja Înê jî wê li Braûnschweîgê saet di 17:00 de, roja Şemiyê li Celleyê saet di 13:00 de meş bên lidarxistin. 27'ê Cotmehê saet di 16:00 de wê Komîsyona Çandê li Kropcke ya Hannoverê mîtîngekê ji bo azadiya Ocalan li dar bixe.
BONN
Komek ji Kurdistaniyan, li bajarê Bonn ê Elmanyayê, li ber qenala dewleta Elman Deûtsche Welle (DW) çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de li ser tecrîda li Îmraliyê û nûçeyên di medya Tirk de hatin weşandin, dosyayek pêşkêşî midûrê nûeyan ê DW hate kirin.
ATÎNA
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, Kurdistanî ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan meşiyan. Dema ku Kurdistanî nêzî Konsolosxaneya Tirk bû, polîsan bi gazê êrîş kirin. Xebatkarê Navenda Çanda Kurdistanê û siyasetmedarê Kurd Kendal Semsûr hate binçavkirin.