Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Em ê di têkoşînê de israr bikin

Di çalakiyên "Deng bide azadiyê” yên bi pêşengiya xizmên girtiyan tên lidarxistin de, hat xwestin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ya ku zêdetirî 40 meh in didome û bêhiqûqiya li zindanan dengê xwe bilind bikin.

ÇALAKIYÊN DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN

Li gelek bajaran ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Dawî li tecrîdê bînin" çalakî hatin lidarxistin. 

WAN

Bi pêşengiya TUHAY-DER a Wanê û xizmên girtiyan çalakiya "Dawî li tecrîdê bînin" hat lidarxistin. Li ber avahiya DEM Partî ya Rêya Armûşê daxuyanî hat dayîn. Di çalakiya ku rêxistinên sivîl û nûnerên partiyên siyasî piştgirî danê de pankartên "Dawî li tecrîdê bînin" û "Deng bidin zindanan" hatin vekirin.  Li ser navê TUHAY-DER'a Wanê Azîz Guven daxuyanî da û destnîşan kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û got: "Pergala bêhiqûqiya Îmraliyê nîşaneya pergala bêhiqûqî û keyfî ya li Tirkiyeyê ye. Divê her kes li dijî vê tecrîda ku 40 mehan didome, polîtîkayên derhiqûqî yên li girtîgehan tên meşandin dengê xwe bilind bikin.” 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.

EDENE

Çalakiya xizmên girtiyan a li Edeneyê bi dirûşma "Dawî li tecrîdê bînin" di hefteya 12’an dewam kir. Polîsan derdora avahiya AKP'ê ya Edeneyê ku girseya gel lê kom bû bi bendan girtin. Tevî hemû astengiyan jî rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî,

AATUHAY û AYKAY-DER’ê daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Hevserokê Giştî yê DEM'ê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr diyar kir ku heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe ew ê li ber avahiya AKP'ê bin û hewldana astengkirina polîsan şermezar kir.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Zext nikarin me bitirsînin" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" bi dawî bû.

MÊRSÎN

Çalakiya xizmên girtiyan a bi dirûşma “Dawî li tecrîdê bînin” dane destpêkirin di hefteya 12’an berdewam kir.  Di çalakiyê de pankarta “Dawî li tecrîdê bînin” hate vekirin. Beşdarên çalakiyê pêşmalkên bi Tirkî û Kurdî "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Girseya ku xwest heta ber avahiya AKP'ê bimeşe ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Li ser vê yekê girse bi berzkirina dirûşmeyên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Jin jiyan azadî" çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan li vir axivî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê gelek pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike û wiha got: “Îsrara di tecrîdê de tê wateya israra di şer. Yên ku di tecrîdê de israr dikin naxwazin pirsgirêk li Tirkiyeyê bên çareserkirin. Tecrîda ku ji Girtîgeha Girava Îmraliyê dest pê kiriye bandorê li ser tevahiya civakê dike. Tecrîd encax bi israrkirina têkoşîna bibiryar dikare were şikandin. Heta ku desteserkirina mafên girtiyên siyasî yên di girtîgehê de bi taybetî birêz Abdullah Ocalan ji holê rabe û heta tecrîda mutleq bi dawî bibe wê têkoşîna me bidome."

MÊRDÎN

Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan û siyasetmedar li ber avahiya  AKP'ê ya Mêrdînê li hev civiyan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslanbeşdarî çalakiyê bû. Di çalakiyê de pankarta "Dawî li tecrîdê bînin" hate vekirin û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan” û "Dawî li tecrîdê bînin, edaletê pêk bînin" hatin berzkirin. Li ser navê malbatên girtiyan Fettah Tekîn axivî û bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin.

Parlamenterê DEM Partiyê George Aslan axivî û diyar kir ku tecrîd bi mehane di rojeva wan de ye û wiha domand: "Ev nêzî 40 meh in tecrîdeke giran li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Em bang li Wezareta Edaletê dikin ku demildest dawî li tecrîdê bînin.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan pêk hat. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.