Çalakiya milîsên HBDH’ê: Polîs reviyan

Milîsên HBDH’ê li Kagithaneyê li dijî polîsan çalakiyeke çekdarî li dar xist.

Milîsên Tolhildanê yên Ûlaş Adali yê HBDH’ê li Kagithaneyê li dijî polîsan çalakiyeke çekdarî li dar xist.

Milîsên Tolhildanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Di 23’ê Tîrmeha 2020’an  de li Kagithaneya Stenbolê li dijî wesayîta polîsan a bi rê ve diçû çalakiyeke çekdarî hate lidarxistin. Li hemberî çalakiya çekdarî ya hêzên me yên milîsan, polîs ji cihê bûyerê reviyan.”

Wê çeteyên tacîzkar û tecawizkar ên Suleyman Soylûyê faşîst li her derê bibin hedefa hêzên me. Ji tecawizkaran heta îstîsmarkirina zarokan ji çawişan heta polîs û notirvanan hemû bûne rêxistina sûc a polîsan. Wesayîtên polîsan xizmeta sewqiyata tiryakê dike, ev çeteyên bi unîforma li Somayê li karkeran dixe, êrîşî Dayikên Şemiyê dike.

Ev çalakiya me li dijî terora polîsan a li ser salvegera qetlîama Sirûcê. Hemû êrîş û zextên faşîzmê li hemberî têkoşîna me têk diçe. Vê îradeya ku li Kadikoyê li barîkatên polîsan dide, hêza xwe ji têkoşîna yekgirtî werdigire.”