Çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Mexmûrê didome

Çalakiya konvedanê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê hatibû destpêkirin, didome.

Çalakiya konvedanê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) de, di 11’ê Adarê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardarî berdewam dike.

Konê çalakiyê vê hefteyê li Semta Şehîd Xebat hate vedan. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiyê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê sînevîzyonek li ser têkoşîna Rêber Ocalan hat pêşandan. Sînevîzyon bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bû.