Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Berlînê banga bihîstyariyê kiri
Ji bo rakirina tecrîdê li Berlînê Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak banga bihistyariyê li raya giştî ya Elman û Kurdan kirin.
Ji bo rakirina tecrîdê li Berlînê Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak banga bihistyariyê li raya giştî ya Elman û Kurdan kirin.
Ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dabû destpêkirin li sê bajarên cihê yên Elmanyayê 4 çalakgerên Kurd dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakger hefteya borî hatin Berlînê biryar dan ku çalakiya xwe bi hev re bidomînin. Di navbera avahiyên Meclîs û Serokwezîriyê de çalakger di karavanekê de çalakiya xwe didomînin.
Kurdên li Berlînê û dostên wan jî peyamên piştgiriyê didin. Parlementerê Eyaleta Berlînê yê Partiya Çep Hakan Taş duh hate serdana çalakgeran û got ku “Çend roj berê ez li Amedê çûm serdana Leyla Guven. Daxwaza van hevalên me, daxwaza Partiya Çep e jî. Divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.”
‘EM Ê ÇALAKIYA XWE DIDOMÎNIN’
Çalakgeran jî diyar kirin ku ji bo ew çalakiya xwe li pêşiya meclîsê bikin tenê destûra karavanê hatiye dayîn. Hate diyarkirin ku çalakiya Cemal Kobanê û ya Omer Bagdûr di roja 66’an de didome.
Cemal Kobanê diyar kir ku qaşo wan bawerî bi demokrasî û zagonên Elmanyayê anîne lê Elmanyayê tenê destûra karavanê daye û got ku “Em her çar kes bi zor di vê karavanê de bi cih dibin. Ligel van şertên dijwar, heta ku tecrîda li ser Rêber Apo were bidawîkirin, em ê çalakiya xwe bidomînin.”
‘DIVÊ RAYA GIŞTÎ ZÊDETIR BIHISTYAR BE’
Şiyar Xelîl ê ku ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye berê li Nurnbergê çalakiya xwe didomand. Xelîl diyar kir ku çalakiya wî ketiye roja 69’an û ji bo ku ew dengê xwe bigihînin Ewropa û raya giştî ew hatine Berlînê. Xelîl got ku “Li hemberî tecrîda li ser Rêbertiya me, divê bihistyarî zêdetir be. Em dizanin, em ê bi ser bikevin.”
Mele Mûstafa Tûzak jî berê çalakiya xwe li bajarê Dûîsbûrgê didomand. Tûzak 81 roj in di greva birçîbûnê de ye û got ku “Ez bang li dewleta Elmanyayê dikim, êdî hevkariyê bi dewleta Tirk re nekin. Em dixwazin Elmanya li dijî tecrîdê têkeve nav hewldanan.”
ÇALAKIYA NOBETÊ YA HDP’Ê JÎ DIDOME
Parlementer, şaredar, endamên meclîsa partiyê, rêveberên bajaran ên HDP’ê yên li sirgunê ne û hunermend û akademîsyen ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê li Berlînê çalakiya nobetê dabûn destpêkirin. Nobet her roja Înê saet di navbera 13.00-17.00’an de li Qada Bradenbûrg Torê tê lidarxistin.