865 zarokî ji Kampa Havînê ya Zarokan sûd wergirt

865 zarokî ji Kampa Havînê ya Zarokan sûd wergirt

9'emîn Kampa Havînê ya Zarokan ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar dixe, 865 zarokên keç û kur têde beşdar bûn û bêhnvedaneke xweş a havînê borand.

Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li navçeya Gezîn a Elezîzê Kampa Havînê ya Zarokan pêk tîne, îsal di 10 grûban de 865 zarokî ji vê kampê sûd wergirt. Li gel zarokan 118 fêrkar jî beşdarî kampê bûn. Kampa Havînê ya Zarokan bi dadana agirê fînalê bi dawî hat.

Kampa Havînê ya Zarokan ji bo zarokên heta niha nikaribûn biçin betlaneyê tê lidarxistin, temenê beşdariyê zarokên keç û kur ên di navbera 9-14 salî de ne, Kamp 14'ê Pûşperê destpê dike û hefteya berî vebûna dibistanan jî bi dawî tê.

Ji her zarokê beşdarî kampê dibe re çenteyek sporê, macûn û firçeyê diranşûştinê, pêlav, şimik, desteya pêşgîran, şort, tîşort, kum, bandana, bincil, gore, bo keçikan bone û şampuan tê dayîn. 

ZAROKAN SÛD Jİ ATOLYEYAN WERGİRT

Di kampa havînê de bo pêşxistina kesayeta zarokan, bo ku baştir bi derdora xwe re danûstinê bikin bo van zarokan atolye têne lidarxistin.

Zarok, bi Atolyeya Mafên Mirovan mafên ku di Beyannameya Mafên Zarokan a neteweyên Yekgirtî de heye hîn dibin û li ser vê nîqaşan dikin. Di Atolyeya Çitir a Felsefeyê de zarok fêrî têgînên der barê jiyana rojane dibin.

Bi Atolyeya Hemkûfan, zarok fêrî têkiliyên bi hevkûfên xwe re dibin. Di Atolyeya Govendê de jî zarok fêrî çanda xwe dibin.

Bi Atolyeya Kişikê, zarok fêrî hizirkirin, baldariyê, hespkirin û biryardayînê dibin. Zarok bi xebatên xwe yên destkariyê jî têkiliya navbera dinyaya xwe ya hundir û derve dihewisin û bo vê hin wêne û xebat kirin. Bi Atolyeya Lîstikên Aqilî jî, zarok pêşketina xwe ya zihnî û bedenî pêşve dibin.

Fêrî xwarina bi rêkûpêk bûn

Ji bo zarok baştir wecê ji xwe bigirin Şaredariya Bajarê Mezin her roj sê danên sereke û danekî navber xwarina germ da zarokan. Bi vî awayî gava zarokan betlaneya xwe kir heman demê fêrî xwarina bi rêkûpêk jî bûn. Cureyê xwarinê bi alîkariya diyetîsyenan hate destnîşankirin.

ZAROK ANGO LÎSTİK E

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarok di kampa havînê de demeke xweştir derbas bikin, dilxweş û xwebawer bin, kampa zarokan bi kereseyên lîstikan hate dagirtin. Zarokan demên xwe yên vala langirt, xelek, koma lîstikan, lîstikên aqilî, badmînton û werîsbadan leyîst. 

ZAROK FÊRÎ AVJENIYÊ BÛN

Di çarçoveya kampê de zarok rojê 2 saetan beşdarî melevanî û avjeniyê bûn, di du melevangehên kampê de avjeniyê hewisîn. Di saeta melevaniyê de zarokên ku avjenîyê nizanin fêrî avjeniyê hatin kirin. Perwerdekaran zarok gav bi gav fêrî avjeniyê kirin. 

FÊRÎ AGİRVEMİRANDİNÊ BÛN

Serokatiya Daîreya Agirkujî ya Şaredariya Bajarê Mezin jî di Kampa Havînê ya Zarokan de bar girte ser xwe. Perwerdekarên agirkujiyê, maweyê 10 hefteyan, perwerdeya “agirkujî çi dike, çawa dest di agirpêketinê dike” da zarokan.

HEVRIKÎ DIJWAR DERBAS BÛN

Di her pêla kampê de zarokan turnuvayên futbol û voleybolê li dar xistin. Çar ekîban di van her du beşan de dest bi turnuvayan kirin, turnuva roja duyem a kampê dest pê kirin û bi rêbaza puanê kîjan bi ser ket fînal bi dets xist. Roja dawîn a kampê jî şampiyon hatin diyarkirin.

BI ŞEV JÎ LI SÎNEMAYÊ TEMAŞE KIRIN

Li gorî bernameya kampê, zarok her roj beşdarî xebatên civakî bûn, ji bo warê çandî pêş bikevin bi şevê li ber hewayê sahî sînema bo zarokan hate danîn. Berî saeta sînemayê anîmasyonên Peymana Mafên Mirovan nîşanî zarokan hatin dayîn û mafên wan ji wan re hatin gotin. Dawiya kampê jî zarokan bîr û hizrên xwe bi nivîs û xêzan vegotin.