8 xebatkarên Azadiya Welat hatin binçavkirin
Lêpirsina ku di derbarê Rojnameya Azadiya Welat de ku hatibû girtin, Xwediyê Îmtiyzê Ramazan Olçen jî di nav de 8 kes bi hîncetên firotin û belavkirina rojnameyê, hatin binçavkirin.
Lêpirsina ku di derbarê Rojnameya Azadiya Welat de ku hatibû girtin, Xwediyê Îmtiyzê Ramazan Olçen jî di nav de 8 kes bi hîncetên firotin û belavkirina rojnameyê, hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ku li derbarê xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hatibû girtin bi rê ve dibir, hêjmara binçavkiriyan gihişte 8 kesan.
Di çarçoveya lêpirsinê de li Amed û Semsûrê polîsan bi ser malan de girt û rojnameger binçavkirin. Rojnamegerên ku hatîn binçavkirin li Midûryeta Emiyetê ya Amedê têne girtin. 8 kesên ku hatin binçavkirin di nava wan de Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Azadiya Welat Ramazan Olçen, Rojnameger Hacî Yûsûf Topaloglû, belavkarên kevîn yê rojnameyê bi hincetên 'propagandeya rêxistinê' têne sûçdarkirin.
Hat îdakirin ku rojnamegerên ku sala derbasbûyî di serdegirtina buroyê firotin û belavkariyê ya li Amedê de ku navê wan kesan hene jî hatine binçavkirin.
Ti agahî nehat girtin ku wê kengê kesên hatine binçavkirin bibin pêşberî dadgehê
Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Ramazan Olçen, Haci Yûsûf Topaloglû, Sadik Aras, Mehmet Emîn Kaya, Serdar Kale, Seydoş Dayan û Ozkan ê paşnavê wî nehat zanîn.