8 leşkerên Îranê hatin kuştin

Hat ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê li herêma Ûrmiyeyê şer çêbû û di vî şerî de 8 leşkerên Îranê hatin kuştin.

Li Rojhilatê Kurdistanê li herêma Babenûrê ya Ûrmiyeyê di navbera leşkerên Îranê û komekê de şer çêbû û di vî şerî de 8 pasdarên Îranê hatin kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê nêzî sînorê Ebexê ya Wanê 8 leşkerên Îranê hatin kuştin. Alîkarê Waliyê Eyaleta Azerbaycana Rojava, Alî Riza Radfer jî diyar kir ku şer çêbûye û got, “Di vî şerî de 8 leşkerên me jiyana xwe ji dest dane.”

Hê tu rêxistinê ev çalakî li xwe negirtiye.

Di 26’ê Cotmehê de jî li vê herêmê şer çêbûbû û di vî şerî de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.