NÛ BÛ

754 leşker hatin binçavkirin, gelek mirin

34 fermandarên artêşa Tirk, ku 5 jê general û 29 serheng in, bi hinceta ku tevlî hewldana darbeyê bûne ji wezîfeyê hatin girtin. 754 leşker jî hatin binçavkirin.

34 fermandarên artêşa Tirk, ku 5 jê general û 29 serheng in, bi hinceta ku tevlî hewldana darbeyê bûne ji wezîfeyê hatin girtin. 754 leşker jî hatin binçavkirin.

Hejmara binçavkiriyan ji aliyê Wezîrê Edaletê ve hat piştrastkirin. Di nava binçavkiriyan de Fermandarê Garnîzona Mersînê û Fermandarê Herêma Derya Spî Tûgamîral Nejat Atîlla Demîrhan û Serokê Serkana Tevgerê ya Artêşê Tûggeneral Ekrem Çaglar jî hene.

Di malpera fermî ya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk de, saet di 06.50'an de daxuyaniyek hat weşandin û wiha hate gotin: "Hêzên Çekdarî yên Tirk bi biryarî Tevgera Sulhê ya li Welat didomîne. Li hemberî hemû hemayên li dijî Tevgera Sulhê ya li Welat disekinin mudaxale tê kirin. Gelê me ji bo ewlehiya canê xwe divê li malên xwe bimînin û ev yek girîng e. Ji raya giştî re bi rêzdarî tê ragihandin."

Ajansa Nûçeyan Reutersê ragihand, ku avahiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk ketiye destê alîgirên hikûmetê. Di nûçeyê de hate gotin ku komeke darbekar hê jî li ber xwe didin. 

Li aliyê din Midûrê Giştî yê Emniyetê Celalettîn Lekesîz diyar kir, dest li komek ji leşkerên li Fermandariya Giştî ya Jendermeyan hatiye kirin, 16 leşker hatine kuştin û nêzî 250 kes hatine binçavkirin.

Wekî din hat ragihandin, Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Hûlûsî Akar ê dîl hatibû girtin, hatiye xilaskirin.