7’mîn rûniştina Doza Sereke ya ‘KCK’ Stenbolê destpê kir

7’mîn rûniştina Doza Sereke ya ‘KCK’ Stenbolê destpê kir

Doza Sereke ya ‘KCK’a Stenbolê ku 91 jê girtî bigiştî 205 siyasetmedar û aktîvîstên mafê mirovan têne darezandin, bi parastinan didome. Di 7’mîn rûniştina Doza Sereke ya ‘KCK’ Stenbolê, di rûniştina beriya vê de parastina rêvebera berê ya Rêxistina BDP’a Stenbolê Lutfiye Gurbuz xilas bibû, îqameya delîlan hate tê kirin.

Doza Sereke ya ‘KCK’a Stenbolê li 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê ku li beramberî edliyaya Kampusa Saziya Înfaza Cezaya Sîlîvriyê pêktê, 75 girtî, 3 siyasetmedarên serbest têne darezandin û aktîvîstên mafê mirovan beşdar bûn. Di rûniştina ku parêzer jî amadebûn, gelek xizmên girtiyan jî amadebûn.

Rêvebera berê ya Rêxistina BDP’a Stenbolê Lutfiye Gurbuz ku di rûniştina berê de parastina wê bidawî bibû, îqameya delîlan hate kirin. Gurbuzê têkildarî pirsên ku di îqameya delîlan de heyî ku civînên BDP’ê hatine guhdarkirin, weke “bêhiqûqî” binav kir û ji ber vê çendê bersiv neda. Rûniştin bi îqameya delîlan ya Gurbuzê didome.