7 Lîseyî hatin binçavkirin

Li Taxa Gazî, polîsan avêtin ser malên endamên Yekîtiya Xwendekarên Lîseyî. Di serdegirtinê de 7 kes hatin binçavkirin.

Li Taxa Gazî ya navçeya Stenbol Sûltangaziyê, polîsan avêtin ser malên endamên Yekîtiya Xwendekarên Lîseyî. Di serdegirtinê de 7 kes hatin binçavkirin.

Endamên yekîtiyê roja 6'ê Cotmehê, ji bo serbestberdana hevalê wan Mûstafa Tezel lîseya Şaîr Abay Konanbay dagir kiribûn û pankartên bi nivîsa "Bila hevalê me Mûstafa Tezel bê berdan" û "Ferman ya qesrê be, lîse jî yên me ne" daliqandibûn.

Piştî çalakiyê polîsan danê vê sibehê avêtin ser malên xwendekarn û xwendekarên bi navê Û.A, M.Ç, K.A.O,, C.U, T.B, A.A.O, M.B kirin binçvan. Hat ragihandin ku di destê polîsan de lîsteyek ji navên 13 kesan hebû û li gorî vê yekê avêtin ser malan. Tê gotin ku hejmara binçavkiriyan dibe ku zêde bibe.

Zarokên xwendekarê lîseyê yên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Şaxê Ragirtina Zarokan a Uskudarê.

POLÎSAN AVÊTIN SER AVAHIYA ESP'Ê

Li aliyê din, polîsan avêtin ser avahiya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Navçeya Sûltangaziyê û deriyê avahiyê şikandin. Polîsan di serdegirtinê de hundirê avahiyê serûbin kirin.

JI ALIYÊ STAR'Ê VE HEDEF HATIBÛ NÎŞANDAN

Rojnameya Starê ya medya alîgir, di 7'ê Cotmehê roja Çarşemê de nûçeyek bi serenavê "Terorîstên Yuksekdag ên bombe avêtin Starê, li Stenbolê avêtin ser dibistanê" û bi vî rengî hem Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hem jî xwendekar hedef nîşan dabû.