7 girtiyên li Girtîgeha Amedê bi êşkenceyê hatin sirgunkirin

7 girtiyên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi hinceta ‘ewlekariyê’ sirgunî girtîgehên din hatine kirin û êşkence li girtiyan hatiye kirin.

Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D, duh 7 girtî bi hicceta "ewlehiyê" sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Hat diyarkirin ku girtiyê bi navê Şaban Kaygusuz ku destek û lingekî wî nîne, ji ber lêgerîna tazî qebûl nekiriye, li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T a Hejmara 1'an ku sewqî wir hatiye kirin û 5 gardiyanan lê daye. Garîp Kaya û Îsmaîl Aslan sewqî Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S hatin kirin, Mehmet Ayaz sewqî Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T, Muhammed Peksoy sewqî Girtîgeha Ereglî ya Konyayê ya Tîpa T, Nîhat Aktaş sewqî Gîrtîgeha Bunyana Kayseriya Tîpa T a Hejmara 2'yan hatin kirin. 

Li aliyê din malbatan diyar kir ku van rojan li girtîgehê her roj lêgerîn tên kirin, di encama lêgerînan de gardiyan dest danîn ser pirtûk û lênûskan û kelûpelên wan tên belavkirin. Malbat diyar dikin ku her tim bi vî awayî mudaxile tê kirin û ji ber pirtûk, lênûsk û destnivîsan cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Di encama cezayên dîsîplînê jî lijneya “halê baş” raporên neyînî dide girtiyan.