678 kesên ji Tirkiyeyê xwe li Belçîkayê girtin

Hat ragihandin, 678 kesên ji Tirkiyeyê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê serlêdana penaberiyê li Belçîkayê kirine. Li gorî agahiyan, burokratên payebilind jî di nava van de hene.

Li gorî nûçeyên ku medya Belçîkayê agahiyên wê dispêre saziyên fermî, hejmara serlêdanên penaberiyê ji Tirkiyeyê, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê zêde bû. Hat ragihandin, piştî ku Rewşa Awarte ji aliyê AKP'ê ve hat ragihandin 678 welatiyên Tirkiyeyê serlêdana penaberiyê li Belçîkayê kirin.

Tê gotin, burokratên payebilind jî di nava serlêdêran de hene. Her wiha parêzer, rojnamevan, dadger, leşker, karsaz û endezyar jî di nava van kesên serlêdan kirine de hene. Li gorî nûçeyên medya Belçîkayê, ev kesên serlêdan kirine, bi fikar in ku li Belçîkayê jî êrîş li wan bê kirin.