6 sal ceza li Hevberdevkê DÎK’ê Bedîrhanoglû birîn
6 sal û 3 meh ceza li Hevberdevkê DÎK’ê Fadil Bedîrhanoglû hate birîn.
6 sal û 3 meh ceza li Hevberdevkê DÎK’ê Fadil Bedîrhanoglû hate birîn.
Rûniştina biryarê ya doza Hevberdevkê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) û hevşaredarê berê yê Colemêrgê Bedîrhanoglû ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk ên di navbera salên 2010-2011’an bi îdîaya ‘endamê rêxistinê’ hatibû vekirin, pêk hat.
Rûniştina ku li 10’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê pêk hat, Bedîrhanoglû tevlî rûniştinê nebû û parêzer Payîz Aşkin Akyureklî tevlî bû.
Dadgehê bi îdîaya ‘endamê rêxistinê’ ji bo Bedîrhanoglû 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.
Bedîrhanoglû got: “Dema mijar dibe Kurd bê ku tiştek bê kirin jî, xebatên siyasî hema wek nefermî tên girtina dest û ceza lê tê birîn. Ma hiqûqek wiha dibe.”