6 hezar kes ji Tirkiyeyê hatin Ewropayê û daxwaza îltîcayê kirin
Radyoya Dewletê ya Swêdê diyar kir, îsal heta dawiya Mijdarê nêzî 6 hezar kesên Tirkiyeyî hatine Ewropa û daxwaza îltîcayê kirine.
Radyoya Dewletê ya Swêdê diyar kir, îsal heta dawiya Mijdarê nêzî 6 hezar kesên Tirkiyeyî hatine Ewropa û daxwaza îltîcayê kirine.
Daîreya Koçberan a Swêdê jî diyar kir hijmara kesên ku ji Tirkiyê hatine û îltîcayî Swêdê kirine pir zêde bûne û heta 1’ê Mijdarê 531 kes ji bo îltîcayê serî li wan dane. Alîkarê Şefê Hiqûqê yê Daîreya Koçberan Carl Beselîûs ji Radyoya Dewletê ya Swêdê re got, ‘’sedema vê zêdebûna îltîcayê piştî hewldana darbeyê ya Tîrmehê, bi çêbûna atmosfera ne ewle ya Tirkiyê ye ve girêdayiye’’
Tê ragihandin ji kesên ku îltîcayî Ewropayê kirine nêzî 4 hezarên ji van îltîcayî Elmanya kirine û piraniya van jî Kurd in. Her wiha balkêş e ku 60 leşkerên ku li baregehên NATO’yê ya li Elmanya jî daxwaza îltîcabûnê kirine.
Daîreya Koçberan a Swêdê biryar standibû ku kesên piştî 15’ê Tîrmehê ji Tirkiyê hatine û daxwaza îltîcayê kirine, bi paş ve neşînin û dosyayên wan bidin sekinandin.
Bexelîûs diyar kir ku ew ji nêzîk ve nîqaşên bi paş ve anîna cizayê darvekirinê dişopînin û dinirxînin ku ew kesên ku îltîca kirine li Tirkiyê vegerin dikarin bi cizayekî bêreje re hevrû bibin.