'6'ê Çileyê em li Parîsê bin'
Rêxistina Ewropayê ya Partiya Komunaran a Şoreşger got, "Em bang dikin ku roja 6'ê Çileyê li Parîsê xwedî li sê şoreşgeran derkevin."
Rêxistina Ewropayê ya Partiya Komunaran a Şoreşger got, "Em bang dikin ku roja 6'ê Çileyê li Parîsê xwedî li sê şoreşgeran derkevin."
Rêxistina Ewropayê ya Partiya Komunaran a Şoreşger daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo meşa 6'ê Çileyê ya li Parîsê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. Meş wê ji bo bîranîna yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin, pêk were.
Di dxuyaniyê de hat gotin, "Roja roja xwedîderketina li rûmeta xwe, li paşeroja xwe ye û roja hesabpirsînê ye."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 3 jinên Kurd ên şoreşger 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê bi namerdî hatin kuştin. 5 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûn, lê hê jî hewl te dayin ku kiryarên vê cînayeta namerdî werin veşartin. Kujer eşkere ne, MÎT e ku bi fermana dewleta Tirk û serkêşê wê Erdogan ê faşîst tevdigere."
Her wiha bal hate kişandin ser planên MÎT'ê yên ji bo sûîqestên nû yên li dijî şoreşger û siyasetmedarên li Ewropayê û hat bibîrxistin ku dewletên Ewropayê tevî ku di vî warî de agahiya xwe hene jî, mijarê dinixumînin.
Partiya Komunaran a Şoreşger destnîşan kir ku MÎT û dewleta Tirk a faşîst sûcdarên ve sûîqesta xwînxwar in û dewleta Fransayê jî jê berpirsyar e. Hat ragihandin ku dewleta Fransa li şûna ku rastiyê derxîne holê, ji destpêkê ve hewl dide binixumîne û bi vî rengî dibe hevparê sûcê hatiye kirin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hesabpirsîna ji vê sûîqesta xwînxwar, xwedîderketina li Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez wezîfe û berpirsyariya her kesî ye û hat gotin, "Di salvegera 5. a sûîqestê de, em bang li her kesên alîgirê jiyana însanî dikin, her kesên li ber komkujî û cînayetên faşîzmê radibin dikin ku 6'ê Çileyê tevlî meş û çalakiya li Parîsê bibin."