560 pitik tevî dayikên xwe li girtîgehê ne

Li girtîgehên Tirkiyeyê 560 pitik hene, ku tevî dayikên xwe lê tên girtin.

Piştî ku piştika Parlamentera Mûşê ya HDP'ê Bûrcû Çelîk a 3 salî Asmîn Mîra vê hefteyê birin cem diya wê ya li girtîgehê, Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş mijara zarokên li girtîgehan xist rojeva meclîsê. Beştaş xwest, heta ku pitik mezin bibin, ceza bên taloqkirin.

Beştaş ragihand, tenê 100 ji 560 zarokên li girtîgehê, ji ber ku li girtîgehên vekirî bi diya xw ere ne dikarin pê li axê bikin. Beştaş bibîr xist, keça Parlamentera Mûşê ya HDP'ê Bûrcû Çelîk a 3 salî Asmîn Mîra wê li girtîgehê li cem diya xwe bimîne û xwest, di vî warî de qanûn were sererastkirin. Beştaş got, "Ji bo zarok di nava çar dîwaran de nemînin, ji bo karibin ezmanan bibînin, karibin li bisîkletê siwar bibin, ji bo zarokatiya xwe bijîn, divê em bi hev re tiştekî bikin."

Li girtîgehên Tirkiyeyê hejmara girtî û hikumxwaran gihîştiye 200 hezarî. 128 pitikên yek salî, 114 pitikên du salî, 81 zarokên 3 salî, 70 zarokên 4 salî û 32 zarokên 5 salî neçar mane tevî dayikên xwe li girtîgehan bimînin.