500 kesî hişyarî dan: Metirsî li ser demokrasiyê heye

Derdora 500 rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên li tevahiya cîhanê hişyarî dan ku hin rêveber hewl didin krîza tenduristiyê ji bo xwe bikin firsend û ji bo parastina demokrasiyê bang kirin.

Zêdeyî 500 kes û rêxistinan nameyeke vekirî weşandin û nerazîbûn nîşanî hin hikumetan dan ku di dema krîza tenduristiyê ya vîrûsa koronayê de metirsî danîne ser demokrasiyê.

Xelatgira Nobelê ya Wêjeyê Svetlana Alexîevîç, nivîskarê Fransayî Bernard-Henry Levy, aktorê Emerîkî Rîchard Gere, Xelatgirê Nobelê yê Aştiyê Serokkomarê berê yê Polonyayê Lech Walesa û Wezîra Karên Derve ya DYE'yê Madeleîne Albrîght jî çend ji wan kesan e ku mohra xwe danîne binê nameyê.

Name bi piştgiriya Enstîtuya Piştevaniya Hilbijartinê û Aştiyê ya Navneteweyî ku navenda xwe li Stockholmê ye hate îmzekirin. Di nameyê de navê welatan nehate eşkerekirin û hate gotin, "Hin rejîmên otorîter ji bo dengê rexnegiriyê bitepisînin û serdestiya siyasî pêk bînin ji krîzê sûdê werdigirin."

Di nameyê de hate gotin, "Metirsî li ser demokrasiyê heye. Li tevahiya cîhanê metirsî li ser azadî, tenduristî û rûmeta mirovan heye."