500 hezar lîre tezmînat dane malbata şehîdê 10'ê Cotmehê!

Wê 500 hezar lîre tezmînatê bidin malbata Baykara ku di Komkujiya Enqereyê de hatibû kuştin.

Biryar hate dayin ku 500 hezar lîre tezmînatê bidin malbata Hasan Baykara, ku Baykara di Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû.

Malbata Baykara bi sedema ku Wezareta Karên Hundir a Tirk ‘’pêşiya êrîşê negirtiye’ daxwaza tezmînatê ya manewî bi 2 milyon û 800 hezar lîreyî kiribû, piştî ku daxwaz hatibû redkirin doz vekiribû.

Wezareta Tirk di parastinê de gotibû wan hemû tevdîr girtine û nikarin wezaretê berpirs bikin.

Malbatê jî got êrîşkar bi wesayitê, bêyî ku li wesayitê bigerin hatiye Enqereyê, ketiye qada mîtîngê û bi êlekê bombeyê zindî yên li ser wan komkujî pêk anîne.

BIRYAR

Dadgeha Îdarî ya 6. a Enqereyê diyar kir ku îdare ji ziyana ji çalakî û kirinan berpirs e û biryar da ku ji bo hevjîna Baykara 50 hezar, ji bo her yek ji zarokê wan 75 hezar, ji bo dê 75 hezar û ji bo xwîşk û birayan jî her yekê 25 hezar lîre tezmînatê bidin. Tezmînat bi giştî bû 500 hezar lîre.

Di biryarê de hate gotin, ‘’ji hêla dewletê ve ku berpirs e çalakiyê terorê yên pêk hatî asteng bike, li gorî rêgeza rîska civakî divê ziyanê bide’’