5 girtiyên bi vîrûsa koronayê ketine nayên dermankirin

Eşkere bû ku li Girtîgeha Tarsûsê 5 girtî bi vîrûsa koronayê ketine, lê belê nayên dermankirin.

Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban ku rojname bi biryarnameyê hate girtin, ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Tarsûsê ya Mersînê roja 3'ê Tîrmehê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Îsmaîl Çoban diyar kir ku li 5 girtiyan teşxîsa vîrûsa koronayê hatiye danîn, lê belê nayên dermankirin.

'REWŞA WAN KRÎTÎK E'

Îsmaîl Çoban ragihand ku rewşa tenduristiyê ya girtiyan krîtîk e û got, "Hevalên me 14 roj in ji bo jiyanê li ber xwe didin, lê belê tiştek ji bo wan nayê kirin. Tenduristiya me di rewşeke metirsîdar de ye. Bi rengekî giran mafên me tên binpêkirin. Dibe ku em nikaribin careke din bi telefonê jî biaxivin."