43 rêxistinan li dijî Elmanya dest bi kampanyaya ‘#NoPasaran’ kirin!
Saziyên Kurdan ên li dijî qedexeyên li ser sembolên Kurd ên ji aliyê Elmanyayê ve dest bi têkoşîna hiqûq û demokratîk kirin.
Saziyên Kurdan ên li dijî qedexeyên li ser sembolên Kurd ên ji aliyê Elmanyayê ve dest bi têkoşîna hiqûq û demokratîk kirin.
Di vê çarçoveyê de dest bi kampanyayekê kirin. Kampanya îşev saet 20:30’an bi dirûşam ‘#NoPasaran’ li ser Twîtterê bi kampanyaya hashtagê starta wê tê dayîn. Hat diyarkirin ku armanca ew e xwe bigihîne 2 milyon kesan, bigihêje rêza cîhanê.
Komîteya ji 43 saziyên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Asûrî-Suryanî, Ermenî û Elman pêk tê, li dijî qedexeyên ji aliyê Elmanya ve ku wê sibe li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê meşek were kirin dest bi kampanyayekê kirin. Kampanyaya bi dirûşam ‘#No Pasaran’ li ser tevna civakî tê birêvebirin, wê bi awayê çalakiyên hiqûqî û demokratîk birêve biçe. Starta kampanayê jî wê îşev saet 20:30’an li ser hesabê Twîtterê bi Hashtagê bê destpêkirin.
‘DIVÊ HER KES NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN BIKE’
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Komîteya Rêveberinê ve hate dayîn, diyar kirin ku qedexeyên polîsên Elman xistine meryetê pêkanînên antî demokratîkin û wiha hate gotin: “Tevî ku rê nehatiye dayîna meşa ma ya 4’ê Mijdarê qedexeyên li ser sembolên me hatin danîn, biryarekî siyasî ye. Ev pêkanîn ji dîroka 16’ê Îlonê ve ku 25’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ve destpê kir. Ev qedexeya ku di destûra bingehîn a Elman de nîne dixwaze heta hetayî bike. Bi vê pêkanînên kêfî yên polîên Elman li ser Kurdan dixin bin zextan. Bi taybet bi pêşnûmeya 2’yê Adarê ve bi qedexeya li ser posterên Ocalan, alên PYD, YPG û YPJ’ê ve destpê kir.”
Di dewama daxuyaniya li ser navê komîteyê hate kirin de hate destnîşankirin ku wê li dijî qedexeyan têkoşînê bike û wiha pêde çû: “Weke 43 saziyên ku meşa 1’ê Mijdarê organîze kirin gihiştin biryaryekê. Biryara me ya hevpar, di serî de li dijî Kurdan, li dijî hemû derdorên demokratî dixwazin hişmendiyeke qedexeker li ser bidin avakirin. Lingek yê vê kampayayê tevna civakî ye, lingek nerazîbûnên hiqûqî û demokratîk e, Ji bo vê jî divê her kes sibe li Dusseldorfê be. Li dijî qedexeyan xwedî li Rêbertiya xwe derbikeve. Dîsa di vê çarçoveyê de 10 hezar nameyên ku hatine amadekirin wê her kes îmze bike, wê bi rêya parêzerên me wê ji bo dadgeh û saziyên muxatab re bê şandin.
Ya ji hemûyan girîngtir jî îşev di saet 20:30’an de li ser hesabê Twîtterê bi dirûşa ‘#No Pasaran’ Hashatag dikin. Em bang li hemû rewşenbîr, demokrat û gelê xwe dikin tevlî kampanyayê bibin û nerazîbûna xwe nîşan bike.”