400 welatiyên Rojava vedigeriyan ser axa xwe

400 welatiyên Rojava vedigeriyan ser axa xwe

400 welatiyên Rojavayê Kurdistanê ku koçî Bakurê Kurdistanê kiribûn, duh ji deriyê sînor yê Dirbêsiyê vegeriyane Rojava.

Ji siyasetên dewletên heremên û ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê, gelek welatî koçberî Bakur û Başûrê Kurdistanê bûbûn. Lê welatiyên koçber dibin di rewşên nebaş de neçar dimînin jiyan bikin. Duh 400 welatiyên koçberî Bakurdê Kurdstanê û Tirkiyê bûbûn,  ji deriyê sînor yê Dirbêsiyê vegeriyane Rojavaya Kurdistanê. Welatî li ber deriyê sînor ji aliyê xizm û malabatan ve hatin pêşwazî kirin.

Hate hînbûn ku gelek welatiyên koçber vedigerin Rojavayê Kurdistanê. Koçberên ji deriyê Dirbêsiyê vegeriyan Rojava bang li hemû welatiyan kirin ku vegerin welatê xwe.