4 zarok li Stenbolê hatin girtin

4 zarok li Stenbolê hatin girtin

Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê ji 5 zarokên hatin binçavkirin jê 4 zarok hatin girtin.

Li taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê piştî çalakiyên şermezarkirina 14'emîn salvegera 15'e Sibatê Roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê, polîsan di ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 5 zarok binçavkirin. Zarokê bi navê E.A. (15) li dozgeriyê serbest hat berdan û zarokên bi navê E.A. (15), A.A. (17), M.C. (15) û M.A. (15) jî sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya 4 zarokan guhdar kir biryara girtinê da û şandin girtîgeha Tîpa Zarokan a Maltepeyê.

Ciwanê bi navê Mehmet Şen (19) ku berê hatibû binçavkirin jî hêj li TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê ya li Vatanê tê girtin.