4’mîn rûniştina doza çapemeniya azad destpê kir

4’mîn rûniştina doza çapemeniya azad destpê kir

4’mîn rûniştina doza çapemeniya azad ku 26 jê girtî bigiştî 46 rojnamegerên Kurd têne darezandin destpê kir. Rojnamegerên girtî ji ber salvegera komkujiya Ermeniya kincên reş li xwe kirin û tevlî rûniştinê bûn. Rûniştin bi metna kurdî ya hevpar berdewam dike.

4'emîn rûniştina doza çapemeniya azad ku 26 jê girtî bigiştî 46 rojnamevanên Kurd têne darezandin li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam dike. Ji rojnamgerên girtî 24, ji kesên serbest tên darizandin 6, parêzer û gelek malbat tevlî rûniştinê bûn. Ji ber ku di rûniştina din de wergerê Dimilkî tunebû tesbîta nasnameya Turabî Kîşîn, Eylem Surmelî, Pervîn Yerlîkaya, Murat Eroglu û Dîlek Demîral piştî ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê werger hat tesbîta nasnameyan hate kirin.

Rojnameger ji ber salvegera Qirkirina Ermeniyan bi kincên reş tevlî rûniştinê bûn. Rûniştin bi parastina hevpara ya rojnamegeran a Kurdî ya ji aliyê Rojnameger Ertuş Bozkurt ve berdewam dike. Bozkurt, di destpêka paratinê de 98'emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan bibîrxist û wiha got: "Îro salvegera Qirikirina Ermeniyane. Em vê êşê parve dikin."