4 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
4 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
4 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
Polîsan li bajaroka Asarlikê ya navçeya Menemenê ya Îzmîrê di ser malekê de girt. Di dema serdegirtinê de welatiyê biryara binçavkirinê heyî ji destê polîsan reviya û li ser vê yekê polîsan 4 kesên li malê binçavkirin.
Lî bajaroka Asarlikê ya navçeya Menemenê ya Îzmîrê polîsan bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan di ser malekê de girt. Hate ragihandin ku, dema polîsan welatiyê bi navê Îsmaîl Candemîr ê ku biryara wî ya binçavkirinê heyî binçavkir ji nav destên polîsan reviya. Li ser vê yekê polîsan bi hînceta Pinar Candemîr, Îzzet Candemîr, Tekîn Kiliç û Yaşar Uzun alîkariya revîna Candemîr kirin binçavkirin û birin Qereqola Asarlikê. Hate hînbûn ku, li Qereqola Asarlikê Pinar Candemîr û Tekîn Kiliç serbest hatin berdan û Yaşar Uzun û Îzzet Candemîr jî birin Midûriyeta Polîsan a Menemenê.
Sedema hewildana binçavkirina Îsmaîl Candemîr nehate zanîn.