4 kes bi şertê ‘kontrola edlî’ hatin berdan

Duh li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de 18 kes hatibûn destgîrkirin. 4 kes îro bi şertê ‘kontrola edlî’ hatin berdan. Îfadeya 14 kesan jî didome.

Dayika Aştiyê Havva Kiran, rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê û siyasetmedar jî di nav de 18 kesên ku di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn destgîrkirin, 14 ji wan bêyî ku li dozgeriyê îfadeyên wan bên girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Dozger, di encama nirxandina îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Amedê hatibûn girtin, bi şertê kontrola edlî xwest Endama Damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akad Ata, Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, Endama Meclisa Şaredariya Yenîşehîtê Nevriye Çûr û Nazîre Tûrsûn werin berdan.

Navên kesên ku bêyî girtina îfadeyên wan daxwaza girtina wan hat kirin wiha ye: “Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, damezrînera wê Narîn Gezgor, rêvebera wê Fatma Gultekîn, Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek, Hevserokê Giştî yê Berê yê DBP’ê Mehmet Aslan, Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevseroka Rexistina HDP’ê ya Yenîşehîrê Remziye Sizici, endamên Meclisa Şaredariya Rezan Huseyîn Harman, Veysî Kûzû û Gonul Aslan, Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevîm Coşkûn, endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak, siyasetmedarê kurd Celal Yoldaş, Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran.”