4’ê Mijdare çi bû?
‘’Darbeya 4’ê Mijdarê’’ ku tasfiyeya HDP’ê dayî ber xwe salek li pey xwe hişt, hê jî 9 wekîl li girtîgehê rehîn têne girtin. Ji bo 55 parlamenterî 19 miebbet û 3 hezar û 126 sal ceza tê xwestin.
‘’Darbeya 4’ê Mijdarê’’ ku tasfiyeya HDP’ê dayî ber xwe salek li pey xwe hişt, hê jî 9 wekîl li girtîgehê rehîn têne girtin. Ji bo 55 parlamenterî 19 miebbet û 3 hezar û 126 sal ceza tê xwestin.
‘’Plana Çokşikandinê’’ ya AKP’ê ku beriya bi salekê hazir kiribû, bi têkçûna 7’ê Hezîranê re, piştî ku şer jî dest pê kir, bi kavilkirin û şewitandina bajarên Kurd re tasfiyekirina siyaseta Kurd jî da ber xwe.Pêşî Erdogan beriya ku biçe Çînê, 29’ê Tîrmeha 2015’an li balefirgehêa amaje bi HDP’ê kir û got, ‘’Divê rêveberên vê partiyê berdêla vî karî bidin û pêşî divê ji zirxê destlênedanê werin xilas kirin’’ piştî vê fermanê li Enqerê ‘rakirina destlênedanê’ kete rojevê. Hema piştî vê fermana Erdogan li ser HDP’yiyan fezleke hatin amadekirin. Piştî ku Erdogan li pey hev talîmata rakirina destlênedanê da Koma AKP teklîfa ku hazir kirî ji îmzekirinê re vekir û 12’ê Nîsana 2016’an da meclîsê. CHP ji roja pêşî ve helwesta xwe bi zelalî diyar kir û got ew ê ji guherîna dijî destûrê re bibêje ‘’erê’’. Teklîfa guherîna bi rengê du tûran hatin dengdan û 20’ê Gulanê bi dengên AKP, CHP û MHP’ê, bi 376 dengan hate qebûlkirin.
Dema ku guherîna destûrê ji Meclîsê derbas bûyî derbarê 55 parlamenterî 511 fezleke hatibûn amadekirin. HDP’yiyan di roja pêşî de ji vê re ‘darbeya siyasî’ gotin. Piştî ku ev guherîn sazkar bû HDP’yiyan biryar standin ku neçin îfadê û parlamenterên HDP’ê yên ku bang li wan hatin kirin neçûn îfadeyê.
Lê biryar hate standin ku wan bi zorê bibin wiha îfade were dayin, ‘’;Ti daxwaz û hêviya min ji we nîn e. Ji ber xebatên min ên siyasî tenê gelê me yê ku em hilbijartine dikarin lêpirsîna min bikin’’. Parlamenterên HDP’ê yê ku bang li wan hate kirin ku îfadeyê bidin, dozger jî hişyar kirin û gotin, ‘nebin hevkarê darbeya siyasî.’’
Lê şeva 4’ê Mijdarê derbarê Hevserokê HDP’ê Fîgen Yuksekdah û Selahattîn Demîrtaş, Serokwekîlê Komê Idrîs Balûken, parlementer Sirri Sureyya Onder, Îmam Taşçîer, Nursel Aydogan, Zîya Pîr, Abdullah Zeydan, Nîhat Akdogan, Selma Irmak, Gulser Yildirim, Faysal Sariyileiz, Ferhat Encû, Leyla Bîrlî, Tûgba Hezer, ji hêla dozgeriyên Çewlik, Amed, Colemêrg, Şirnex û Wanê biryara binçavkirinê hate dayin.
Li Enqere, Amed, Stenbol û Mêrdînê bi operayonên ku di navbera saet 00.45’an û 02.00’an de pêk hatî hevserok Yuksekdag û Demîrtaş jî di nav de 12 parlamenter hatin binçavkirin. Hevserok û parlementer bi balafir, helîkoptêr û wesayitên ku berê hatibûn hazirkirin birin midûriyeta emniyetê ya Çewlik, Amed, Colemêrg û Şirnexê.
Derbarê girtina hevserok û parlamenteran parlementer Pervîn Buldan, Fîlîz Kerestîcîoglu û Ertugrul Kurkçu axivîn.
BULDAN: DIBE KU SIBE DERENG BE
Buldan li dijî operasyonan helwesta xwe nîşan da û got, ‘’A rast ji mêj ve em li benda tiştekî wiha bûn. Piştî ku şaredar hatin girtin daxuyanî didan ku êdî dor hatiye parlamenteran. Şevêkê pê li pişkokê kirin. Hevserok û 11 kes hatin binçavkirin. Helbet ev rewş nayê qebûlkirin. Em di pêvajoyeke wiha de ne ku hiqûq û destûr têne binpêkirin. Nîşana wê ye ku vîna siyasî Tirkiyê ber bi kaosê ve dibe. Em vê qebûl nakin. Hevserokên partiyekê nikarin werin binçavkirin. Çawa ku parlamenterên AKP’ê nikarin werin binçavkirin, ku li cem wan her cur sûc heye, ev rewşe nayê qebûlkirin. Demildest divê dawî li vê nehiqûqiyê were. Dibe ku sibe ji bo Tirkiyê dereng be. Ji bo vê jî demildest divê dawî li vê nehiqûqiyê were.
KERESTECÎOGLU: EV NAYÊ QEBÛLKIRIN
Kerestecîoglu a HDP’yî jî got: ‘’ Diyar bû ku darbe li dij kê hatiye kirin û bê ka çawa weke dayina Xwedê hatiye dîtin. Ez dibêjim ev darbe niha hatiye kirin. Li dijî vîna gel û hilbijêran. Mirovên ku her roj li rûyê wan dinerîn bi nûçeyên ‘hatin girtin’ bêyî ku şerm bikin deriyên hevserokên me şikandin û binçav kirin. Ev nayê qebûlkirin.
KURKÇU: EV REVANDINEKE E
Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu got, ‘’Tişta ku îşev bûye çi têkiliya xwe bi hiqûqacezayê, bi ti hiqûqê re nîn e. Ev revadina parlementerên HDP’ê ye. Maneya tişta ku bûye ev e’’. Kurkçu diyar kir ku Erdogan Tirkiye dibe dîktatoriya ‘bi tîpa Nazî’’ û got, ‘’Dewlet wê girêdayî standartên navnetewî yê demokrasiyê be yan na? Pirsa sereke ev e.’’. Kurkçu wiha domand, ‘’HDP ne partiyeke wiha ya li ser kazexan tenê ye. Bi gel û organîzasyona xwecih partiya çalakiyan e. Ji niha û pê de jî li gor bernameya partiyê ji bo demokrasiyê têkoşîn wê bidome.’’